Êşkenceyên li Silopiya bûn rapor
Şaxa Şirnexê ya ÎHD’ê êşkence û binpêkirina mafan ên kesên ku di êrîşên li Silopiyayê piştî hatin binçavkirin hatin girtin kir rapor. Di raporê de 41 kesan diyar kirin rastî êşkence, tedît, tacîzên cinsî hatine.
Şaxa Şirnexê ya ÎHD’ê êşkence û binpêkirina mafan ên kesên ku di êrîşên li Silopiyayê piştî hatin binçavkirin hatin girtin kir rapor. Di raporê de 41 kesan diyar kirin rastî êşkence, tedît, tacîzên cinsî hatine.
Şaxa Şirnexê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) êşkence û binpêkirina mafên li salona sporê ya wek qampa komkirinê dihat bikaranîn û emniyetê yên kesên ku di êrîşên li Silopiyayê piştî hatin binçavkirin hatin girtin kir rapor. Parêzerên ÎHD’ê li girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û tevî Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Oruç jî bi 41 kesan rû bi rû hevdîtin pêk anîn, beyan û çavdêriyên wan kirin rapor, bi civînek çapemeniyê ya li avahiya komaleyê ve rapor bi raya giştî re parve kirin. Li ser navê parêzerên Emîrhan Ûysal axivî, got der heqê kesên êşkence û mûameleya nebaş kirine de gilî kirine.
Ûysal bi bîr xist ku li Cizîr û Silopiyayê ji 50 rojî zêdetir rêveberiya awarte pêk tê, wiha dom kir: “Beriya niha me rapora binpêkirina mafan a 15 rojên destpêkê dabû. Ji ber êşkence sûcekî mirovahiyê ye, bêyî benda rapora giştî bimînin, me wiha rasttir dît. Bi serlêdanan ve me gilî kirine û serlêdanên nû jî tên.”
Uysal anî ziman ku li bajarên Kurdan tevahî pîvanên hiqûqa gerdûnê hatiye talûqkirin, got hema hema tevahî yên hatine binçavkirin û hatine girtin rastî êşkence, heqaret, tehdît û tacîza cinsî hatine. Uysal wiha got: “Maxdûr ji ber tacîzên cinsî, heqaret û tehdîdan hê jî di nav tirsê û zextê de bûn.”
Uysal got li gor beyan û çavdêriyên nivîskî li Serdozgeriyên Cizîr û Silopiyayê gilî kirine. Uysal ji 100 kesên ku piştî hatin binçavkirin hatin girtin, navê 41 kesan da xuyakirin. Navê kesên ku hat tespîtkirin rastî êşkenceyê hatine wiha ne:
1- Nedîm ORÛÇ
2- Ramazan OZDEK
3- İbrahîm BOZKÛRT
4- Huseyîn BAŞLÎG
5- Ramazan AYTAŞ
6- Yilmaz KÛNÛR
7- Mahsûm KERT
8- Sabahattîn ZEYREK
9- Omer YIGIT
10- Firat LEVENT
11- Mûrat DAVÛLCI
12- Abdûlhadî KABADAYI
13- Raşît ILHAN
14- Kahraman CABA
15- Yakûp KÛRAL
16- Bedrî YIGIT
17- Kerem BILDIK
18- Yûsûf ZEYREK
19- Mîzgîn KAZAK
20- Mehmet ERNAL
21- Kadîr AZMA
22- Ramazan DÛRMAN
23- Cemal Kaplandûran
24- Metîn ÇETIN
25- Hamza ARZÛMAN
26- Kadrî Abalik
27- Ayfer Başlig
28- Nûrûllah ÇETIN
29- Dogan ERKOL
30- Kerem AYAS
31- Bedîrhan EFŞIN
32- Firat TARANDÎR
33- Abdûlmûttalîp AKIN
34- Zîver NAYCI
35- Vedat GIRASÛN
36- Mazlûm YEŞIL
37- Mesût TAMBOGA
38- Halîme YAVÛZ
39- Rezan KIRICI
40- Mehmet Nezîr TIMÛRTAŞ
41- Kerem ÛÇAR."