Hêzên dewleta Tirk êrîşî girseya gel a li Girê Mîra kirin
Di dema êrîşê de gelek kes ji ber kapsula bombeya gazê birîndar bûn.
Di dema êrîşê de gelek kes ji ber kapsula bombeya gazê birîndar bûn.
Meşvanên Botanê yên li taxa Girê Mîra ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê xwe amade kirin bimeşin Cizîrê. Lê belê hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi bombeya gazê û ava şid êrîşî gel kirin.
Gel jî bi keviran bersiv da êrîşa hêzên dewletê.
Di dema êrîşa polîsan gelek kes bi kapsula bombeya gazê birîndar bûn. Ji ber ku êrîş hînê dewam dike, gel nikare birîndaran rake nexweşxaneyê.