Dor li Girê Mîra hat girtin

Beriya meşa ji taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ber bi Cizîrê ve, hêzên dewleta Tirk dor li taxê girtin.

Li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, nobeda berxwedanê ya ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîrê hat destpêkirin, bi tevlîbûna gelek mirovên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di roja 12. de ye. Hêzên dewleta Tirk îro dor li taxê girtin.

Beriya meşa îro ya ber bi Cizîrê ve, hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî dor li tevahiya taxê girtin û xwe amade dikin êrîşî gel bikin.

Girseya gel ji nava dorpêçiya hêzên dewletê dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" diqîre.

...