Ji Fermandarên YPJ-Şengal Bêrîvan Arîn jiyana xwe ji dest da
Ji Fermandarên YPJ-Şengal Dalya Cîrdo Nemir (Bêrîvan Arîn) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.
Ji Fermandarên YPJ-Şengal Dalya Cîrdo Nemir (Bêrîvan Arîn) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.
Ji Fermandarên YPJ-Şengal Dalya Cîrdo Nemir (Bêrîvan Arîn) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Bêrîvan Arîn li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê, merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de tevî malbata Bêrîvan Arîn, ji fermandarên YPJ'ê Raperîn Engîzek, ji fermandarên YPJ-Şengal Dêrsim Şengal û gelek kes amade bûn. Cenazeyê ji biryargeha YPJ-Şengalê hat wergirtin, li ser milan birin goristanê. Di dema derbaskirina cenaze de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Raperîn Engîzek li merasîmê peyivî û soza mezinkirina têkoşînê û azadkirina Şengalê da. Raperîn Engîzek got, "Ji bo oxirkirina keça leheng a Êzidî Bêrîvan em îro li hev civiyane. Vê keça leheng di 3'ê Tebaxa 2013'an de li hemberî êrîşên DAIŞ'ê û hevkarên çeteyan li ber xwe da, ji bo tola jin û dayikên Êzidî yên li bazarn hatin firotin û zarokên hatin qetilkirin hilîne, têkoşiya. Têkoşîna xwe mezin kir û gihand heta roja îro. Bêrîvan wê tola jinên bi zorê hatin zewicandin, keçên bi zorê hatin revandin û jinên hatin firotin rakira. Lê meraqan neke Bêrîvan, em têkoşîna te dewr digirin. Em ê heta dawiyê têkoşîna te bimeşînin."
Piştî veşartina cenaze Dayika Ayşan Îlyas Nemir axivî û diyar kir, ku ew ê li şûna keça xwe tevlî têkoşînê bibe.
BÊRÎVAN ARÎN KÎ YE
Dalya Cîrdo Nemir di sala 1996'an de li Rebîa ji dayik bû. Navê jina Êzidî ya Bêrîvan ku di salên 90'î de mora xwe li Cizîra Botan da, hilanî. Navê Arîn Mîrkan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê çalakî pêk anî, kir paşnavê xwe. Piştî fermanê tevî malbata xwe li Kampa Newrozê bi cih bû. Li wê derê, ji bo xwendin-nivîsandina xwe bi pêş bixe û ziman hîn bibe çû qursê. Ji ber hovîtiya bi serê jinên Êzidî hat gelekî bi kîn û hêrs bû. Biryar da gelê xwe biparêze. Bêrîvan Arîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe perwerde kir. Ji aliyê hevalên xwe gelekî dihat hezkirin. Bi pêngava azadkirina Şengalê re çû Şengalê. Dûre di nava gelê Şengalê de xebat meşand. Bêrîvan Arîn a bi daxwazeke mezin ev kar meşand, ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.