Li çeperên berxwedana Kerkûkê Viyan Caf...
"Gava Sibat tê gotin, herdem êş û jan tê bîra her mirovek Kurd. Janê dikişîne her Kurdek di Sibatê de. Jana ku di cîhana hest û ramanê me de komî ser hev bûye û her li benda kêliya herikînê ye..."
"Gava Sibat tê gotin, herdem êş û jan tê bîra her mirovek Kurd. Janê dikişîne her Kurdek di Sibatê de. Jana ku di cîhana hest û ramanê me de komî ser hev bûye û her li benda kêliya herikînê ye..."
"Gava Sibat tê gotin, herdem êş û jan tê bîra her mirovek Kurd. Janê dikişîne her Kurdek di Sibatê de. Jana ku di cîhana hest û ramanê me de komî ser hev bûye û her li benda kêliya herikînê ye. Ev êş û jana her mirovek Kurd îfadeya xwe ya herî şênber di kesayeta têkoşera Kurd, Viyan Soran de raber dike..."
Ev gotin, kurte diyaloga ku di navbera gerîlayên YJA Starê yên niha cihê xwe di çeperên berxwedana bajarê Kerkûkê de digrin de derbas bû... Bêguman em jî wek rojnamevanên ku bi mebesta çavdêriyê li wir in, me guh, çav û wênekêşa xwe zîvirand van gerîlayan û me bi baldariyeke mezin li wan guhdarî kirin...
Gerîlayên YJA Star'ê li hev civiyane û bi hest, raman û nêrînên xwe ve hevrêya xwe Viyan Caf bibîr tînin. Ji xwe her kes dizane Viyan Caf di 2 Sibata 2006'an de li qadên parastina medyayê li serê çiyayê Heftenîn Xantûrê agir berda bedena xwe û berê xwe da nava refên nemiran.
Em jî niha li van gerîlayan guhdarî dikin, li derdora min Sorxwîn, Faraşîn û Rojîn hene... Bêguman hevalên wan ên din jî nêzî 200 metre dûrî me, di çeperan de nobedê digirin.
Sorxwîn dest bi gotinê dike û dibêje; "Vaye em ketin meha Sibatê". Rojîn weke ku hundurê wê xwend û xwest Sorxwîn temam bike; "Raste em ketin meha Sibatê, îro di heman demê de salvegera şehîdbûna heval Viyan e." Faraşîn jî bi beriqîna çavên xwe li wan dimeyzan.
Helbet dema mijara gotinê bû Viyan Caf, ango wek ew jî dibêjin, Viyan Soran me xwe negirt û pirsa ku me ji wan kirî ew bû ka di van kêliyan de çi hest jiyan dikin bû. Ango tişta ku min mereq dikir, ew e ku îro ew wek gerîlayên YJA Starê li ser xaka Başûrê Kurdistanê şer dikin, bi taybet jî di çeperên berxwedanê yên Kerkûkê de cihê xwe digirin. Li ser şopa têkoşer Viyan, di xaka başûrê Kurdistanê de, tekoşîn meşandin ji bo wan çi îfade dike!...
Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Rojîn Jiyan a ku bi xwe jî Soran e weke ku hestên wê lêhûrbûne wiha bersiva me da; "Helbet em di van kêliyan de hestên pir watedar dijîn. Ji ber heval Viyan bi vê çalakiya xwe ve ne tenê hestên xwe, hestên me tevahî gerîlayan, kîna me hemûyan a li hemberî komploya navneteweyî da nîşan da. Vaye niha jî em bi heman hestan, bi heman kîn û hêrsê li dijî kujerên mirovahiyê şer dikin, têdikoşin. Ev ji bo min bi xwe tiştek pir pîroz e. Weke ku niha Viyan Soran di van çeperan de bi me re ye û rêya tekoşînê nîşanê me dide. Ji xwe heval Viyan her bi me re dijî, ew pêşenga me ye...
Gerîla Sorxwîn Kobanê jî bi van gotinan hevrêya xwe Rojîn temam dike; "Ez bi xwe pir dilşad im. Ji ber niha li ser xaka ku heval Viyan lê jidayîk bûye, li dijî çeteyên DAIŞ'ê gelê xwe diparêzim. Ez bawerim ger heval Viyan dijiya, wê bi rengekî aktîf di nava kar û xebatê de ba. Lê bêguman her yek ji me bi ruhê Viyan li vir di nav tekoşînê de ye. Ji ber çalakiya heval Viyan ji bo me wek peyameke bilind kirina tekoşînê bû. Ji xwe heval Viyan digot; "Dilê min mîna volkanekê difûre û li benda dema herikînê ye" ev gotineke pir watedar e. Vaye niha dilê me jî mîna volkanekê dikele û têkoşîna me li ser van xakên pîroz rêya xwe ya herikînê dibîne. Ji ber wê divê her ciwanek Kurd, bi taybet jinên ciwan ên Kerkûkê volkana dilê xwe bi lêgerînên xwe ve rêya xwe ya rast bibînin û di şopa Viyan Soran de berê xwe bidin çeperên berxwedanê da ku xaka welatê xwe bi xwe biparêzin û azadiya xwe bidest bixin.
Gerîlaya YJA Starê Faraşîn jî bi taybet qala hêza ciwanan dike û hestên xwe bi vî rengî tîne ziman; "Berpirsyariya herî mezin ji bo parastina xaka Başûr û bi giştî Kurdistanê dikeve ser milê me ciwanan. Ji ber wê her ciwanek Kurd li kur dibe bila bibe, divê rêya xwe ya jiyanê rast xêz bike û li dû lêgerînin xwe be. Ji ber îro em di rojên pir dîrokî re derbas dibin, îro êdî em têkoşîna sînor ji holê rakirinê didin meşandin. Îro ger em hemû ciwan li her çar parçeyên Kudistanê xwedî li erkên xwe derbikevin, mîna ku hevrêya me Viyan Soran jî gotiye wê îxanet li bin bikeve û wê komploya navneteweyî ne tenê pûç bibe, wê bi dawî bibe."
Me heya dawî bi baldariyek mezin li van gerîlayên ciwan guhdarî kirin... Her yek ji van gerîlayan ji cihên cûr be cûr ên Kurdistanê bûn. Yek ji Bakur, yek ji Başûr yek jî ji dilê Rojava ji Kobanê bû, lê armanca wan hemî sînor rakir û ew di heman çeperên berxwedanê de, di çeperên Kerkûk de anî gel hev.
Gerîlayên YJA Starê di vê hevpeyvîna xwe ya xwezayî de peyamên bi wate û bi nirx bi rêya parve kirina hestên xwe ve anî ziman. Ji ber wê kurt jî be me xwest em peyama van gerîlayan bighînin her ciwanek Kurd û her miroveke azadîxwaz.
Em jî bi saya vê hevpeyvîna xwezayî ya di navbera gerîlayên YJA Star'ê de, bi têkoşer Viyan Caf re di nava çeperên berxwedanê yên Kerkûkê de geriyan.