Gelê hewl dide biçe Cizîrê li Kasrîkê konê berxwedanê veda-HAT NÛKIRIN

Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên li ser Cizîrê, bi sedan kes ji navenda Şirnexê, bajarokên Gundikê Melê û Dêrgulê ketin ser rê û berê xwe dan Cizîrê. Lê belê li Kasrîkê pêşî li gel hat girtin.

Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên li ser Cizîrê, bi sedan kes ji navenda Şirnexê, bajarokên Gundikê Melê û Dêrgulê ketin ser rê û berê xwe dan Cizîrê. Lê belê li Kasrîkê pêşî li gel hat girtin. Li ser vê yekê girseya gel konê berxwedanê li Kasrîkê veda û dest bi çalakiya nobedê kir.

Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîrê û wergirtina birîndarên li jêrzemîna avahiyekê asê mane, tevî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bi sedan kes ji navenda Şirnexê û bajarokên Gundikê Melê û Dêrgulê ketin ser rêya Cizîrê. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Her der Botan e, her der serhildan e" ber bi Cizîrê ve meşiya. Lê belê hêzên çekdar ên dewleta Tirk li geliyê Kasrîkê pêşî li girseyê birî.

Tîmên tevgera taybet bi maşînên zirxî û TOMA'yan pêşî li gel girtin û nehiştin xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin. Li ser vê astengiyê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu li vir axivî û diyar kir, ku ew ê dest ji berxwedana xwe bernedin. Encu got, "Heta ku dorpêçî ji ser Cizîrê rabe em ê li ber xwe bidin. Bi van zextan re nikarin gelê me têk bibin. Ev dorpêçî wê were şikandin."

Meşvanan piştre li bajarokê Kasrîkê kon vedan û dest bi nobeda berxwedanê kirin.

Di vê navberê de derket holê ku Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû, ferman daye ku hemû rêyên li nava bajêr bên birîn.