Encamên 7. civîna komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî

Komîteya Diplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya 7. ku di 30'ê Çileya 2016'an de li navenda KNK'ê ya li paytexta Belçîk Brukselê lidar xist, aşkere kir.

Komîteya Diplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya 7. ku di 30'ê Çileya 2016'an de li navenda KNK'ê ya li paytexta Belçîk Brukselê lidar xist, aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di rojev û karnameya civînê de, bi pir alî û nêrînên cuda yên îdeolojîk û teybetmendiyatiyên rêxistinî, bi berpirsatiyên xwe yên mêjûyî, bi ruh û hîseke neteweyî û nîştimanî ya Kurdistanî, rewşa siyasî ya Kurdistan û guherînên li dever û navçeyê  û Rojhilata Navîn bi giştî hatine holê hatine ber behs û niqaşê. Herwiha xebatên derbasbûyî hatin nirxandin û ji bo dema pêş plansaziya xebatê jî hate çêkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa aloz a li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata navîn û hat gotin, "Şerekî mezin li holê ye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî de û ew şer li Kurdistanê bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî hêzên navdewletî, dewletên Tirkiye, Îran û Erebîstana Siûdî beşekê sereke  yê vî şerî ne. Mixabin  niha giyan û malê piraniya xelkê Kurdistanê kete ber zirar û metirsiyê, bi taybetî  li Şengal û deverên din yên Êzîdxanê û germiyana jêrî û her wiha jî li seranserê Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta Tirkiyeyê bi zanîn  û plan  karî hêza reş a DAIŞ'ê li hemberî Kurdistan ê bi kar bîne. Ew  hewlek ji bo veguhastina şerê di navbera  Sûne û Şîayan heye, ji bo hundirê Kurdistanê ku ev dewlet budceyeke xeyalî li ser wê prosesê di mezêxe, armanc jê ew e ku cewhera xebata azadîxwaziya Kurdistanê ji xebateke pirrdengiyê / pirrerengbûnê, pluralîzmê pêşverû, aştîxwazî,  ji bo milmilanêya navçeyiya berteng biguhere."

TERORA DEWLETA TIRK A LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di encama teslîmnebûna kurdan bi wê plana qirêj û berdewamiya Kurdistaniyan li ser xebat û têkoşîna xwe ya rewa, dewleta Tirkiyeyê eniyeke şer li dijî Bakurê Kurdistanê jî vekir, ku berdewamiya wê hewlê bû, ji bo lêdan û bin pêkirina destketiyên Kurdistaniyan ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîrana sala bihurî ve destpê dike û heta îro jî didomîne. Tirsa hidê jî heye ku eger nikaribe rê li ber bigre, berdewamiyê zêdetir jî pê bide.

Niha Bakurê Kurdistanê, di bin gef û fişara komkujî ya dewleta Tirkiye de ye. Çendîn navçeyên Kurdistanê, ji wan Silopiya, Cizîrê, Nisêbîn û Sûra Amedê ketiye bin hukmê jendermeyan û dorpêça eskertariyetê de. Ev 63 roj in Sûra Amedê, 51 roj in Cizîra Bohta bi giranî ketiye bin fişara serbazên dewletê û bi hemû tektîk û cibexana serbazî ve qetlîam û terora xwe ya qirêj li dijî xelkê me bi kar tîne. Kuştî û birîndar di encama êrîşan hene û ew artêşa bêbext rê nade birîndar bigehêne nexweşxanan û bên dermankirin.

Armanca dewletê şikandina îradeya Kurdistaniyan e! Ne tenê li Bakur, belkî li hemû Kurdistanê, bi taybetî jî ya li Rojava ku xwedî destketî û serketinên berdewam in. Dewleta Tirkiye dixwaze, bi her bihayê be rê li ber wan destketî û pêşkeftinan bigre.

NESERWERIYA QANÛNÎ Û BERTENGKIRINA AZADIYAN STATUYA BAŞÛR XISTIYE NAVA XETERIYÊ

Civîna komîteya diplomasiya hevbeş, bi kûrî behsa qeyrana siyasî û aboriyên Başûrê Kurdistanê kir. Neserweriya qanûn û bertengkirina azadiyan û nebûna planên aborî û îdarî, destketin û statuya Başûr ketiye ber xeterê.

TIRKIYE ASTENGIYEKE SEREKE YE LI BER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Piştî serketina Kobanê li Rojava û berdewamiya pêşveçûna prosesa seqamgîriya armancan, mixabin hê fişara terorê û dewleta Tirkiye cihê tirsê ye. Mînak Tirkiye rêgiriyê ji pêşketinên rojavayê Kurdistanê li alî ewleyî û diplomasiyeta derve ya navneteweyî dike, bi taybetî ji hewlên vê dawî yên ku kurd beşdariyê di civîna Cenevre-3 de nebin û di encamê de ew civîn di wext xwe de nehat kirin. Bi ramaneke din dewleta Tirkiye  astengiyeke sereke ye li ber rojavayê Kurdistanê û bi eşkere naxwaze bibe sitatuyek siyasî.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Rojhilatê Kurdistanê, dewam li bin siyaseta jarkirin û bêkarî û birçîkirinê de ye û roj li pey rojê rewşa aborî û jiyara xelkê  bi zehmettir dikeve. Rewşa siyasî û tepeserkirina neteweyî û nebûna mafên demokrasî û medenî zêdetir fişe êxistine ser xelkê. Siyaseta zîndan, binçavkirin û îdamkirin didome. Peymanên hikûmeta Rohanî ji bo rêformê û azadiyê tenê axaftin bûn û sûd ji bo xelkê Kurdistanê û neteweyên din yên ne Fars nebûn, belkû rewş ber bi xerabtir de diçe.

BIRYAR Û PÊŞNIYAR

Di şert û mercên weha de, bi pêwîst tê zanîn:

Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Serketina Bakur, her wekî me li Rojavayê dît, ew jî dibe bi piştgîrî ya hêz xwesta tev Kurdistaniyan be.

Daxwaz ji tev partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wê qeyranê bibînin û wan destkeftan biparêzin. Herweha di atmosfereke dîmokrasî û şefaf de arîşeyên  navxweyî  çareser bikin. Pêwîst e rêz ji dam û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin  û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbaz bibin. 

Bi her awayî pêwîst e piştevaniya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya wan bê kirin. Bi heman şêwe piştgîriya keysa Êzîdiyan ji bo nasandina zulma DAIŞ'ê li ser wan  wek Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbîtkirin. Hewil bê dan ku Şengal bikeve  pratîka avedankirinê. Daxwaz ji hikûmeta Başûr dikin ku karê ciddî  û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdiyan bê kirin û encamdan. Pêwîst e mafê azadiyê û raderbirînê û şêwên din yên azadiyê  weke mefê xwenîşandan û mangirtin û nerazî derbirînê ferahem bikin.

Komara Îslamiya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhilatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê ku hê berdewam e. Her wisa ew siyaseta bêkarkirin û berbilavkirina nerkotîkê li Kurdistanê bi rêve dibe, Komîteya hevbeş a dîplomasiyê bi tundî wê siyaseta dewleta Îranê şermezar dike  û daxwaz  dike  zêdetir ji hevnêzbûna aliyan  û bi hevre hevkar bin ji bo ku deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigehînin.

Em piştgiriya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asûrî - Kildanî û her wiha gelê me yê Êzidî da diyar dikin. Ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên Daîş`ê, ku li hemberi gelê me pêkaniye û dane ber çavên civaka nêvneteweyî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn da hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.

Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civînê dîsan hewil û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî rijd û dubare kir da ku berdewam bin bo gihandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.

Her wiha hewlên însiyatîfa parlamenterên Parlamenta Ewropa yên ku, dixwazin PKK ji nav lîsta terorê derxînin bi bilindî dinirxînin û bi her awayî piştgiriya wan dikin.

Di heman demê de em bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku, tevlî komîteya hevbeş ya dîplomasiyê bibin û em bi hevre karê diplomasiyê bikin."

PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÎ YÊN DI NAVA KOMÎTEYÊ DE CIH DIGIRIN

Komîsyona Karê Derve ya KNK ê
YNK 
PYD
GORAN
HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
Partiya Îslamiya Kurdistan –PÎK
KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
Hizbî Şûî Kurdistan
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
Komelî Îslamî Kurdistan
TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa) 
Federasyona Êzidiyên Kurdistan
E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa) 
Partiya Yekîtiya Suryanî – Rojava
PJAK 
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Hizbî Ayindeyî Kurdistan
Nûnertiya HDP ya Ewropa
P.D.K.S (Partiya Demoqrata Kurdî Sûriya)
P.Ç.D.K-S (Partiya Çepa Demokrata Kurd – Sûriya)
PÇK-S (Partiya Çepa Kurd – Sûriya)
El Partî Demuqratî Kurd – Suri - PDK-S - El Partî
PRK (Partiya Rizgariya Kurdistan)
Partiya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
PYNA – Rojava (Partiya Yekîtiya Niştimanî Azad – Rojava)
T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Suriye)
Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
Dîwexanî Kurdî li Ewropa
Partî Sebixweyî Kurdistan