Gelê Silopiya piştgiriya hev dike û birînên xwe dipêçe
Li Silopiyayê ku ji ber êrîşan di asta giran û navîn de xisar li 350 xaniyan bû, şêniyên bajêr ên cih û warên xwe neterikandin niha alî hev dike û malên xwe ji nû ve ava dikin.

Şêniyên Silopiyayê yên ji ber êrîşa 37 rojan a hêzên dewletê xaniyên wan xera bûn, dest bi çêkirina xaniyên xwe kirin. Li navçeya ku Komîsyona Tespîta Xisarê ya Şaredariya Silopiyayê tespît kiriye di asta giran û navîn de xisar li 350 malan bûye, gelê navçeyê di destpêkê de xirbe radike. Mirov alî hev dikin û dest bi çêkirina aliyê zerar dîtine yên xaniyan kirin. Şêniyên navçeyê destnîşan dikin, ku ew bi piştgiriya hev û bi berxwedanê re birînên xwe dipêçin.
Osman Ergun ê mala wî ya li taxa Başakê ji ber bombeavêja hêzên dewletê xera bû, ji bo ji nû ve sererastkirina xanî ket nava tevgerê. Ergun bi çêkirina cihên nava xanî yên xera bûne dest bi kar kir. Piştî girtina qulên li hundirê xanî yên ji ber bombeyan vebû, wê dîwarê hewşê lê bike. Ergun bi cîranên xwe re xaniyên xwe çêdike û got, "Mirovên Silopiya niha hemû bi vî rengî dixebitin. Çi di destê me de man me firotin û pê malzemeyên nû kirîn, derî û şibake çêkirin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriya me bikin."
'EM DEST DIDIN HEV Û BI HEV RE ÇÊDIKIN'
Mûstafa Aşan, ku salon, mutbex û hin odeyên mala wan ji ber êrîşê xera bûne got, "Hemû welatiyên xaniyên wan xera bûne bi vî rengî xanî û kargehên xwe çêdikin. Em dest didin hev û çêdikin. Gelê Silopiyayê alî hev dike."
'DEWLETÊ TI ALÎKARÎ JI SILOPIYAYÊ RE NEKIR, DEWLETÊ EV DER XIST VÊ REWŞÊ'
Mehmet Salîh Kapar jî nerazîbûn nîşanî 'dewletê alîkarî da Silopiyayê' da û got, "Em bi xwe xaniyên xwe çêdikin. Ji xwe wan ev der xistin vî halî. Dûre radibin bi wî rengî diaxivin. Em naçin ti cihî. Ev der xaka me ye. Bila her kes zanibe gelê Silopiyayê li vir e. Û wê her li vir be. Heta mirinê em ê li Silopiyayê bin. Em ê ji kesî re nehêlin."