Bayrak: Dewlet li Plana Şark Islahatê aliqî ye

"Ji bo hînbûna meseleya Kurd, divê mirov bi Plana Şark Islahat zanibin. Eger em bi vê zanibin; hingî em ê çareseriyê peyda bikin. Çareserî jî ev e: Plana Şark Islahat çi be, divê nêzîkatiyek berevajî vê planê bê nîşandan."

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Bayrak da xuyakirin, ku Mûstafa Kemal di sala 1923'an de soza xweseriyê daye, lê soza xwe bi cih neaniye. Bayrak diyar kir, der barê meseleya Kurd de dewleta Tirk Plana Şark Islahat didomîne.

Nivîskarê pirtûka "Kurtlere Vurulan Kelepçe-Şark Islahat Plani" Mehme Bayrak, înkarkirina Kurdan û rêyên çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.

Bayrak da xuyakirin, ku siyaseta înkarê gelekî kevne û got, "Bi dîtina min Plana Şark Islahat ji bo Tirkiyeyê 'Destûra Bingehîn a Kurd' e. Em serdema Abdulhamîd û ya îttîhatiyan dizanin. Piraniya kadroyên li dora Mûstafa Kemal îttihatiyên kevn e. Ew bi xwe jî di nav de ji sedî 95 ê kadroyên siyasî yên li dora wî, ji kevneşopiya siyasî ya îttihatiyan tê. Lewma projeya di hişê Mûstafa Kemal û hevalên wî de bû, projeya xalîkirina etno-olî, tek tîp kirin û Tirk-Îslamkirin e. Mûstafa Kemal tevî ku bi xwe îttihatî ye, bi redkirina mîrateya îttihatiyan re derket holê û banga alîkariyê li Kurdan kir. Ji xwe gelên din bi qirkirinê re bêbandor hatibûn hiştin. Bi rastî jî Kurdan destekeke girîng dan wî. Di sala 1921'ê de niyeta xwe ya rast cara yekemîn li Koçgirî nîşan da. Lê di demeke kurt de ser girt. Nîfak xist nava Kurdan û ev bûyer weke bûyereke li derveyî vîna wî qewimiye, nîşan da."

'MÛSTAFA KEMAL DI SALA 1923'AN DE DIYAR KIR KU WÊ XWESERÎ BÊ DAYÎN'

Bayrak da zanîn, ku li gorî xala 22. a Destûra Bingehîn a sala 1921'ê, di çarçoveya bajar û wîlayetan de wê rêveberiya xweser bihata avakirin. Ev yek jî bi xweşiya Kurdan çû. Di heman demê de, di sala 1922'an de ji bo xweserî ji Kurdan re were dayîn pêşnûme qanûnek hat nirxandin û pêşnûme ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin. Di sala 1923'an de Mûstafa Kemal li Îzmîtê daxuyanî da; li ser dayîna xweseriyê axivî. Ev yek jî bû sedem ku desteka Kurdan a ji bo wî dewam bike. Lê belê peymanên di salên 1921 û 1922'an de bi Fransayî û Îngilîzan re bi awayekî veşartî mor kir, versiyona veşartî ya Sykes-Pîcot bûn. Piştî wê Mûstafa Kemal rûyê xwe yê rast nîşan da.

Di Destûra Bingehîn a sala 1924'an de cara yekemîn xala Tirk-Îslam hat destnîşankirin. Yanî wê bibûya yek milet, yek dewlet, yek ziman û yek ol. Ji xwe bi destnîşankirina vê re, Kurd û hemû gelên din bi temamî li derve hatin hiştin. Li ser vê yekê Kurdan nerazîbûneke mezin nîşan dan. Ji xwe rêxistinbûyînên wan ên legal hatibûn qedexekirin. Ji ber vê yekê rêxistinbûyînên Kurdan ber bi îllegalbûyînê ve çûn û di bin sîwana Cemiyeta Azadî ya Kurdistanê de li hev civiyan. Li hemberÎ her şêwe zext û înkarê, di sala 1925'an de Tevgera Kurd organîze kir. Rêveberiya Kemalîst, gelek rêxistinbûyîn û tevgerên berxwedanê yên li dijî polîtîkayên tekparêziyê yên dewletê derketin, tepisand.

Bayrak ragihand, ku baweriya Kemalîzmê ya bi xwe, piştî vê demê destpê kir û anî ziman, ku piştre komîsyonek hat avakirin. 

Bayrak destnîşan kir, ku ji ber dengê lingê red, înkar û tinekirinê hat bihîstin, Kurdan dest bi îsyanê kirin û serî hildan. Bayrak got, "Piştî ku berxwedana Şêx Seîd hat tepisandin, plan hat amadekirin. Plan ji 28 28 xalan pêk tê û ji aliyê şexsiyetên nîjadperest ve hat amadekirin. Serokê Meclîsê yê bi eslê xwe Arnavût e Mûstafa Abdulhalîk Renda, Wezîrê Karên Hundir Cemîl Ûybadin, Alîkarê Serokê Fermandariya Giştî, wezîrê wê demê yê Edaletê Mahmût Esat Bozkûrt, Hamdûllah Suphî Tanriover pêş rapor amade kirin û piştre ev yek veguherandin planekê. Xala destpêkê ya planê ev bû: 'Heta ku ev plan bi temamî bikeve meriyetê, li Kurdistanê wê îdareya orfî bidome.

Yanî bi rêbazên leşkerî re sererastkirin, cezakirin, qetilkirin, sirgûnkirin, asîmîlekirin, Tirk-Îslamî kirin û herî dawî jî tesfiyekirin.. Bi bicihanîna van hemû rêbazan re wê nasnameya Kurd bihata tinekirin û meseleya Kurd bi vî rengî heta 'çareser' bibûya, wê ev plan bihata dewamkirin."

'PLANA TINEKIRINA NASNAMEYA KURD DIDOME'

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Bayrak ragihand, planên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên dewletê encama hêvî dikir bi dest nexist, berxwedana Kurdan dewam kirin û got, "Piştî ku berxwedana 1925'an hat tepisandin, di nava 2 salan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Di berxwedan û komkujiyên li Agirî û Zîlanê de li gorî hejmarên hatin aşkerekirin 3 hezar Kurd hatin qetilkirin. Di qirkirina Dêrsimê de 50 hezar mirov hatin qetilkirin. Berdêlên gelekî mezin hatin dayîn. Sedema herî mezin a guhertina polîtîkaya dewletê ya salên dawî, ji ber vê yekê ye. Yanî berdêlên mezin hatin dayîn. Gotinên demokrasiyê ji ber xwe ve nehatin.

Yên ku dixwazin Kurdan û pirsgirêka Kurdan fêm bikin, pêwîste Plana Şark Islahat bibînin. Piştî hin gotinên nerm ên salên dawî min got, 'ev desthilatdarî dixwaze şaşîtiyên hatine kirin bibîne. Herhal wê ji vê plana 90 salî ya bi tenê xwîn û rondik rijandiye, barandiye û îflas kiriye, dersê derxîne.' Lê belê li bûyer û qewimînên demên dawî dinêrim, xuya ye ev nehatiye guhertin. Li şûna hilbijartina rêya demokratîk û meşandina muzakereyê, vegera li destpêka vî karî bêwate ye."

'HETA KU RÊXISTINBÛYÎNA KURDAN MÛXATAB NEYÊ GIRTIN, ÇARESERÎ PÊK NAYÊ'

Bayrak da xuyakirin, ku heta rêxistinên Kurd mûxatab neyên girtin, çareserî pêk nayê û destnîşan kir, ku divê rêxistin û partiyên herî zêde xwedî hêza temsîliyetê ne, mûxatab bên dîtin. 

Bayrak got, "Berê li dora rewşenbîran û şexsan hat nirxandin. Hingî rêxistinbûyîneke cidî ya Kurdan tinebû. Kurd ti carî di vê astê de li Meclîsê nehatibûn temsîlkirin. Yanî hikûmetên Tirk timî bi şexsiyetên Kurd ên nêzî xwe re pirsgirêk nirxand. Lê rewş niha ne bi vî rengî ye. Yanî rêxistinbûyîneke cidî heye ku dikare gelê Kurd bi xurtî temsîl bike. Bi mûxatabgirtina nûnertiya Kurdan a li parlamentê re li ser rêyên çareseriyê nîqaş dikare were meşandin. Bêguman li ser mijarên din yanî li ser meseleya çekê, divê hevdîtinên cuda werin kirin. Lê çareseriya pirsgirêkê divê bi vî rengî be. Ji bo wergirtina agahiyan jî rêbazên cuda û bi heyetên muzakereyê yên cuda re jî hevdîtin dikare were kirin."

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Bayrak  diyar kir, heta Plana Şark Islahat neyê zanîn, pirsgirêka Kurd nikare bê fêmkirin û çavkaniya vê hovîtiyê jî nikare bê dîtin. Bayrak got, "Ji bo hînbûna meseleya Kurd, divê mirov bi Plana Şark Islahat zanibin. Eger em bi vê zanibin; hingî em ê çareseriyê peyda bikin. Çareserî jî ev e: Plana Şark Islahat çi be, divê nêzîkatiyek berevajî vê planê bê nîşandan."