Terora dewleta Tirk li 13 bajarên Rojhilat tê şermezarkirin

Kurdistaniyên Rojhilatî wê di 4'ê Sibatê de li Kirmanşah, Îlam, Îslamabad Rojava, Kamîran, Ciwanro, Sine, Merîwan, Saqiz, Bûkan, Bane, Mahabad û Serdeştê ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê dakevin qadan.

Li 13 bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, Kurdistanî wê dakevin qadan.

Kurdistaniyên Rojhilatî wê di 4'ê Sibatê de li Kirmanşah, Îlam, Îslamabad Rojava, Kamîran, Ciwanro, Sine, Merîwan, Saqiz, Bûkan, Bane, Mahabad û Serdeştê ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê dakevin qadan.

Komîteya amadekar li ser çalakiyên wê di heman demê de li 13 bajaran pêk were daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiyên destekkirina Bakurê Kurdistanê banga tevlîbûneke xurt kir.

Komîteya amadekar bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlên li Bakurê Kurdistanê û got, "Gelê me îro li Bakurê Kurdistanê bi êrîş û komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Destekkirina vê berxwedana bêhempa ya li Bakurê Kurdistanê, erka wijdanî û neteweyî ya her Kurdî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi tundî hatin şermezarkirin û hat ragihandin, ku êrîşên dewletê yên li hemberî vîna azad a gelê Kurd wê bi ser nekevin.