Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên ji TTB û SES'ê, ku bi rojane ji bo xwe bigihînin birîndarên li Cizîrê di nava hewldanan de ne, nobeda wan ji aliyê ekîba tenduristiyê ya Stenbol û Rihayê ve dewr hat girtin. Kedkarên tenduristiyê yên li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li hev kom bûn, bi ambûlansê ketin serr ê. Beriya çûyînê Serokê Şaxê Anatoliyê yê SES Stenbolê Erdal Guzel daxuyaniyek da û anî ziman, ku rojan e pêşî li wan tê girtin û ji bo nebin hevparê sûcê şer ew bi biryarin biçin Cizîrê.
Guzel diyar kir, polîtîkayên şer ne tenê li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê li gelek deverên mîna wê derê bi tundî tên meşandin û mirov hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Guzel bibîr xist, ku wezîfeya wan a bingehîn tedawîkirin e û destnîşan kir, ku bi vê armancê ew dikevin ser rê. Guzel got, "Dewletê Cizîr îzole kiriye û bajar parçe parçe kiriye. Tevî vê yekê jî Wezîrê Tenduristiyê û Serokkomar radibin dibêjin 'belkî ew ne birîndar in'. Li hemberî wehşeteke bi vî rengî gelo mirov dikarin birîndar nebin. Li wê derê ji her alî ve mirovên birîndar heye. Meşandina siyasetê di ser birîndaran re, rûreşiya mirovahiyê ye. Ji bo tedawîkirina wan birîndaran, di serî de kedkarên tenduristiyê divê saziyên civakî û gel bikeve nava tevgerê."