Ciwanên ji Rizgarî: Em ê jî cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin
Piştî ciwanên ji Kerkûk, Kîfrî, Kelar, Daquq û Xurmatû yên Başûrê Kurdistanê, ciwanên ji bajarokê Rizgarî yê Kelarê jî dan xuyakirin, ku ew ê cihê xwe di nava berxwedana li Bakurê Kurdistanê de bigirin.
ANF
RIZGARÎ
pêncşem, 4 reşemiyê 2016, 07:02
Piştî ciwanên ji Kerkûk, Kîfrî, Kelar, Daquq û Xurmatû yên Başûrê Kurdistanê, ciwanên ji bajarokê Rizgarî yê Kelarê jî dan xuyakirin, ku ew ê cihê xwe di nava berxwedana li Bakurê Kurdistanê de bigirin.
Ciwanên bi navê "Fedaiyên azadiya gelê xwe", bi awayekî rûpêçandî û bi çek daxuyaniyek dan çapemeniyê û banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd biryara azadbûyînê daye û hat gotin, "Bila Erdogan û dewleta Tirk a faşîst zanibin; gelê biryara azadbûnê daye. Gelê Kurd wê bi polîtîkayên tirsê re ji têkoşîna azadiyê neyê qutkirin."
'BERXWEDANA AZADKIRINA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, berxwedana li dijî dewleta Tirk tê nîşandan berxwedana azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ye û hat gotin, "Ji Başûrê Kurdistanê, em berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk a faşîst tê meşandin, berxwedana azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û navçeyên din ên Kurdistanê eger bi ser bikeve, wê gelê Kurd li hemû parçeyan azad bibe. Weke ciwanên welatparêz şoreşger ên li herêma Germiyanê, me biryara xwe dan di nava vê berxwedanê de cih bigirin."
'BIRYARA JI BO JIYANA AZAD HATIYE DAYÎN'
Ciwanan destnîşan kirin, ku gelê Bakurê Kurdistanê biryara jiyana azad daye û wiha dewam kirin: "Dewleta Tirk bi awayekî bêpîvan bi mehan e mirovên sivîl hedef digire û dixwaze gel ji têkoşîna azadiyê qut bike. Bila Erdogan û dewleta Tirk a faşîst zanibin; gelê Kurd biryara jiyana azad daye. Bi polîtîkayên tirsê re wê nikaribin vî gelî ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Çar parçeyên Kurdistanê îro destekê didin têkoşîna xweseriya demokratîk a gelê me yê li Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk wê nikaribe li pêşiya biryara azadiyê ya gelê me bibe asteng."
'ME BIRYAR DAN TEVLÎ NAVA REFÊN YPG'Ê BIBIN'
Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ji bo xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derkeve û hat gotin, "Girîng e li dijî van hemû êrîşên dewleta Tirk, gelê Kurd helwesta xwe nîşan bide. Bi ser xistina şoreşa Bakurê Kurdistanê erka hemû şoreşger, demokrat û gelê welatparêz e. Bi taybetî wezîfeya ciwanan e. Weke ciwanên ji Başûrê Kurdistanê me biryar dan cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin. Bi ruhê berxwedana Kobanê û Şengalê re divê em tevlî şoreşa Bakurê Kurdistanê bibin."
'ÊDÎ KÊR GIHAŞTIYE HESTÎ'
Piştî daxuyaniyê ji ciwanên "fedaiyên azadiya gelê xwe" Sîrwan Germiyanî û Aram Germiyanî ji ANF'ê re axivîn:
SÎRWAN GERMIYANÎ: Weke ciwanên ji bajarokê Rizgarî me biryar dan tevlî nava refên YPS'ê bibin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê mezin bikin. Em bi hev re dikarin êrîşên li hemberî gelê me yê Bakurê Kurdistanê tên meşandin bişikînin. Di vî warî de divê her kes bikeve nava tevgerê. Ji vê kêliyê û pê ve gelê Kurd wê êdî ne bi sînor û pîvanên hin kesan ji bo wan diyar kirine bijî. Wê êdî di nava sînor û pîvanên xwe de bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
ARAM GERMIYANÎ: Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dijminatiya li Kurdan, pêwîste helwesteke me hebe. Ji bo em bi cengawerên YPS'î re li ber xwe bidin, me biryara xwe dan. Êdî kêr gihaştiye hestî. Çeteyên Osmanî bi xwînxwarî êrîşî gelê me dikin. Lewma em nikarin li şûna xwe rûnên û lê temaşe bikin. Dewleta Tirk berî sed salî bi dek û dolaban mafên me ji destê me girt, em ê jî êdî wî mafê xwe jê bistîne. Ciwanên Kurd wê nehêlin ev êrîş bi ser bikevin. Ya bi ser bikeve wê pêngava xwerêveberiya demokratîk be.