Ev 5 roj in agahî ji birîndaran nîne
Birîndarên 13 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, ev 5 roj in agahî ji wan nayê girtin.
Birîndarên 13 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, ev 5 roj in agahî ji wan nayê girtin.
15 birîndar, 7 cenaze û 9 kesên ji hal ketine, ev 13 roj in li jêrzemîna avahiyeke li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê asê man e û ev 5 roj in agahî qet ji wan nayê girtin. Her kêliya agahî ji wan nayê girtin, tirs û fikarên li ser înfazkirina wan zêde dike. Birîndar herî dawî bi erêkirina rayedarên Wezareta Karên Hundir re beriya 5 rojan hewl dan ji jêrzemînê derkevin, lê hêzên dewleta Tirk êrîşî wan kiribûn û ji hingî ve têkiliya wan re qut bûbû. Ev 8 roj in ava jî bi destê birîndaran nakeve.
Li aliyê din, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş banga vekirina korîdora însanî li hikûmetê kir û diyar kir, ew dixwaze bi heyetekê û kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz re biçin Cizîrê û birîndaran werbigirin. Piştî daxuyaniyê, danûstandinên Demîrtaş û heyetê yên bi Wezaretan re ji bo çûyîna Cizîrê dewam dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li ser rewşa dawî ya li Cizîrê û anî ziman ku îro jî li herêma mala birîndar lê ne dengê teqînan hatiye. Sariyildiz anî ziman hevdîtinên parlamenterên HDP'ê li Enqereyê bi Wezaretan re dewam dike, ew ê danê nîvro ambûlansên Şaredariya Cizîrê û kedkarên tenduristiyê yên dildar ên ji Şirnexê werin bişînin herêmê.
Sariyildiz got, "Ji roja destpêkê ve em ekîba tenduristiyê û ambûlansê dişînin taxê, lê ji aliyê tîmên operasyonê ve tên astengkirin. Çîrokek kirêt a şer ji xwe re çêdikin. Vê yekê bi awayekî vekirî dikin. Henekên xwe dikin. Ji ekîbên tenduristiyê re dibêjin, 'Hînê ji we heye ku hûnê wan bi saxî derxînin?".