Kedkar jî di nobeda berxwedanê de ne

Kedkarên ji Wanê hatin jî tevlî nobeda berxwedanê ya bi armanca şkandina dorpêça li ser Cizîrê li Nisêbînê dewam dike bûn.

Nobeda berxwedanê ya di çarçoveya meşa Botanê ya li ser banga DBP’ê ya li hember êrîşên terorê yên li ser Botanê berdewam dike, rexmê hemû êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 14. de didome. Tevlîbûnên ji bo çalakiya nobedê ya li Girêmîra ya Nisêbînê ku li navenda navçeya Nisêbînê ye berdewam dikin.

Endamên Şaxên Wanê yên Karê Giştî û Platforma Şaxa Wanê ya KESK’ê yên li Wanê û bi dehan kedkar cih li gel nobeda berxwedanê ya li Navenda Çandê ya Mîtaniyê girtin.

Li aliyê din kamereyên MOBESA yên ji aliyê gel ve hatibûn şikandin, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve dubare tên bicihkirin. Bi taybet li derdora hewşa Navenda Çandê ya Mîtaniyê ku nobeda berxwedanê lê didome, tê danîn.