Zagros: Di biharê de wê plana mastir a Kurdan bikeve rojevê

"Li pêşiya me bihar heye. Ew dibêjin plana me mastir heye. Ya wan hebe, îro mastir plana me jî heye. Em ê bala xwe bidinê wê plana mastira kê bi ser bikeve. Em ê di sala 2016'an de bikin ku Erdogan û AKP ji vê plana mastira xwe poşman bibin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zaxo Zagros di bernameya Rojeva Welat a Stêrk Tv de de axivî û êrîşên AKP’ê li ser bajarên Kurdan, her wiha der barê planên AKP’ê li ser bajarên Kurdan de axivî. 

Zagros diyar kir ku AKP û artêşa dewleta Tirk li Silopiya, Cizîr û Sûrê li bin ketiyeû got; "AKP li Cizîr, Sûr û Silopiyayê li bin ketiye. Wiha nîqaş dikin, wek ku li hember artêşa Tirk artêşek pir bi mezin û berfireh heye. Ev şaşitiyek pir mezin e. Tirk bi tank û topên xwe ve, bi çekên xwe yên herî giran ve çûne bi zarokan re şer dikin, bi dayikan re bi kalê heftê salî re şer dikin. Ez bêjim, di dîroka Tirkan de jî ez bawerim bi vî rengî êrîşek ewqas bê edelet nehatiye kirin. Lê dîsa jî bi rojan, bi mehan e gelê me li hember vê êrîşê li ber xwe dide. Dibe ku gelek ji van bi çekên xwe yên ferdî şer dikin. Tê zanîn Kurd her tim bi tedbîr in. Ji ber ku dizanin rojekê ev ê were serê wan. Ji ber vê jî her tim amadekariyek wan wisa heye. Ji ber ku her tim gumana wan heye ku wê rojekî belayek were serê wan. Di rastiyê de ger mirov di warê leşkerî de lê mêze bike, ji xwe ev bajar bi ser ketine. Hem li hember polîsan li ber xwe dan û ev jî têrê nekir, artêş rakirin ser van bajaran. Artêş li hember artêşan şer dike. Lê di vir de artêş li hember gel şer dike. Ez dixwazim vê bêjim; îro şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, di her aliyê de şerekî ne adîl e, şerekî li derveyê exlaqê ye. Ji ber ku tu ji kîjan alî ve lê mêze bikî ev li derveyî pîvan û exlaqê şer tê meşandin. Niha îro mirov li Silopiya, Cizîr, Sûrê dinêrin, gel bi îradeya xwe, sebra xwe û bi qehremaniya xwe li ber xwe dide û xwe diparêze. Tişta ku îro li Kurdistanê diqewime, li ti deverên cîhanê na qewime. Li ti derê cîhanê li hember artêşek ewqas bi çek û cebilxane, gel bi mehan li ber xwe dide, tine ye. Ji ber vê jî eger ku Tirk vê ji bo xwe wek serketinek mezin bibînin, wê demê ev ji bo wan şermek pir mezin e. Di warê leşkerî de şermek pir mezin e. Li hember sîvîlan her kes dikare bi qetlîam, kuştinê bi ser bikeve. Li ser vê esasî eger mirov vê şîrove bike, wan wisa digotin; 'em ê herin di nav du rojan de her tiştî biqedînin û bi vî awayî em ê serketina xwe îlan bikin.' Lê dîtin ku ne wek ku ew difikirine. Wek ku gayekî biçe serê xwe dîwarekî bide, niha rewşa artêşa Tirk jî wisan e."

'ÊRÎŞ Û TALAN DI DÎROKA DEWLETA TIRK DE WEKE ÇANDEKÊ HER TIM CIH GIRTIYE'

Zagros di dewamiya axaftina xwe de rewşa çapemeniya Tirk jî nirxand û diyar kir ku bi van polîtîkayan re raya giştî tê xapandin. Zagros wiha dewam kir; "Niha çapemeniya Tirk jî teslîm bûye. Eger ez rojnamevanek bûma min ê ev pirs bikira; mînak dibêjin serleşkerekî ‘yuz başî’ hatiye kuştin. Wê demê yekîneya vî serleşkerî li ku derê ye? Wê demê ev hemû hatine kuştin ku heta gihaye vî serleşkerî. Ez dixwazim vê bêjim ger ku yekî hinekî ji leşkeriyê fêm bike wê bizanibe ku ev raya giştî çiqas dixapînin. Dîsa tê gotin, di nûçeyan de dibêjin erebeyek zirxî hatiye teqandin û deh birîndar hene. Tu bala xwe didê yê erebe perçe perçe bûye, çawa di wir de tenê deh birîndar bûne? Ji xwe ev şerekî ew qas derew û qirêj didin meşandin ku ne derew wan bandor dike, ne tiştekî din. Di dîroka Tirkan de Holako heye. Yên ku hinekî dîroka Tirkan bixwînin wê bizanibin. Ew Holako pir baş dizanin. Holako dikeve Mûsûlê bi xelîfeyê Bagdadê re hevpeymanek wisa çê dike û dibêje; ‘bila her kes çekên xwe dayne û gel derkeve derveyî bajêr em tiştekî bi wan nakin.’ Gel diçe derveyî bajêr kom dibe ev kes bi artêşa xwe ve dikeve nav vî gelî hemûyan qetil dike. Ev kes jî bapîrê Erdogan e. Heman çand e, ev çanda Moxolan e. Ev di dîrokê de her ku çûne ku derê li wê derê talan pêk anîne, qetil kirine, tecawiz kirine. Îro hinek dişibînin Hîtler, lê di rastiyê de dîroka Tirkan de qetlîamên wisa pir zêde ne. Niha tişta ku dikin jî ev e. Ji ber vê jî bila gelê me vê pir baş bizanibe. Dost û dijmin her kes bila vê baş bizanibe. Wan li gorî xwe digotin em ê îradeya gel bişkênin. Ji ber ku zivistan e gerîla jî nikare derbikeve, ji ber vê jî em ê bi vî rengî pişta wan bişkênin. Bila kes xeyalek wisa neke." 

'EM Ê DI SALA 2016'AN DE BIKIN KU ERDOGAN Û AKP JI PLANA XWE YA MASTER POŞMAN BIBIN'

Zaxo Zagros anî ziman ku ew wisa dizanin tenê derdê Kurdan ew e ku malek wan û pariyek nanê wan hebe, lê xwe dixapînin. 

Zagros wisa dirêjayî dide axaftina xwe; "Gelê me ji xwe bi berxwedaniya xwe ya li Silopiya, Cizîr û Sûrê bi ser ketiye. Wek îrade bi ser ketiye. Niha li pêşiya me jî bihar heye. Ew dibêjin ya plana me mastir heye. Ya wan hebe îro mastir plana me jî heye. Hele em ê bala xwe bidinê wê plana mastira kê bi ser bikeve. Em jî bibêjin ku em ê vê sala 2016’an wisa bikin ku Erdogan jî û AKP jî ji vê plana mastira xwe poşman bibin. Ew wisa difikirin ku tenê derdê Kurdan ew e ku malek wan hebe û pariyek nanê wan hebe. Heqaretek ewqas mezin nabe. Ji xwe plana wan ji berê de heye ji bo ku TOKÎ bînin bixin Kurdistanê û tîcaret bikin. Ji ber vê ev şer pêş xistin. Di der barê vê de gelek îspat û belge hene. Dibêjin em ê ji bo Kurdan xanî çê bikin hwd. Lê pêwîstiya Kurdan bi mal û xanî nîne. Pêwîstiya Kurdan bi azadiyê heye, mafê xwe heye. Ji xwe Kurd her tim bê mal in. Îro biçin Stenbolê cihê herî pîs û herî gemarî Kurdan li wir cih dikin. Hûn biçin Bagdadê wisa ye, biçin Şamê wisa ye, biçin Tehranê wisa ye. Cihê ku ti kes nikare lê bijî Kurdan dixin wir. Ev ji bo Kurdan heqarete. Derdekî Kurdan wisa nîne. Eger derdekî Kurdan wisa hebûya, ji xwe her kesekî ku pariyek nanê wan hebû bixwarana. Çima derdikevin serê çiya? Ev hê jî bi zîhniyetek wisa ewqas erzan, faşîst û şoven difikirin û ew wisa difikirin ku dinya hemû wisa ne. Lê ev dinyaya wan wê li ser serê wan de xera be. Hem em ê xera bikin û hem jî ev siyaseta ku îro ew didin meşandin wê li ser serê wan de xera be. Ez bêjim ecelê wan hatiye. Bi rastî jî ecelê wan hatiye. Ez dikarim bi vî rengi şîrove bikim." 

'EM TI CARÎ JI BERDÊLAN NETIRSIYAN'

Di dawiya axaftina xwe de Zagros diyar kir ku ew ê tola gel ji AKP’ê hilînin û wiha bi dawî kir; "Bi wesîla we jî ez dixwazim bêjim, bi rastî jî ew sekna Sûrê, Cizîrê, ew sekna dayikan berxwedaniya ku tê pêş xistin, berxwedaniyek rûmetê ya gelê Kurd e. Ev ê wê di dîrokê de cihekî pir zêrîn bigire. Pêwîste ev were dîtin. Bê guman wê berdêl werin dayîn, wê şehîd werin dayîn, ev têkoşîn bê berdêl nabe. Lê em ti carî ji berdêlan netirsiyane. Em wek tevger ti caran ji berdêlan netirsiyane. Berevajiyê wê, dema ku gelek ew qas di bin zilm, bê mafî û heqeretek mezin de be û mirov dengê xwe neke, wê demê esas bê şereftiya mezin di wir de ye. Eger miletek li ber xwe bide. Ti ji wî gelî natirsî her tim pişta te ji wî gelî qawîme. Ez hemû dayikên şehîdan dibînim. Seknek pir bi rûmet e. Nagirîn, dayikên şehîdan nagirîn. Pêwîste yek însanekî Kurd negirîn. Ji ber ku eger em bigirîn, em ê êşen xwe ji bîr bikin. Pêwîste em negirîn ku ew êş her roj di dilê me de mezin bibe û di bîra me de be. Ji bo ku em êşên xwe ji bîr nekin. Ji xwe armanca plana mastra wan jî yek ew e. Bi vê planê wê êşên Kurdan bi wan bidin ji bîr kirin. Ji ber vê jî wek gelê Kurd pêwîste ev êş her tim di dilê me de be. Wek agirekî pêwîste em nehêlin ev agir bitefe. Ji bo ku ev berxwedanî berdewam bike. Duh dayika zarokekî, dayika Mihemed li Silopiya diaxivî bi rastî jî seknek pir bi rûmet, digot; ‘Mehemet wê her tim li kêleka min bijî. Êrê şehîd ketiye lê wê her tim li ber çavên min be ji bo ku ez ti carî mafê wî û tola wî ji bîr nekim.' Gotina wê dayikê ji bo her kesekî telîmat e û emre. Pêwîste em van êşên xwe ji bîr nekin, li dû şehîdên xwe, li dû nirxên xwe û êşên ku me kişandî pêwîste em tola wê rabikin."