Cenevre-3 hat taloqkirin
Hevdîtinên Cenevre-3 heta 25’ê Sibatê hat taloqkirin. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Mîstûra da xuyakirin ku hevdîtinên Cenevre hatine taloqkirin.

Heta 25’ê Sibatê, hevdîtinên Cenevre-3 yê di pêşengiya NY ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê pêş bixe hat lidarxistin ket navberê. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mîstûra yê li otela Cenevre Wilson civîna çapemeniyê li dar xist daxuyanî da.
Piştî hevdîtina bi Komîteya Bilind a Muzakereyê (Heyeta Riyadê) ya ji qaşo muxalifên Sûriyeyê pêk tê re, de Mîstûra got heta 25’ê Sibatê navber dane hevdîtinan.
Mistûra got divê hevdîtin ji bo berjewendiyên gelên Sûriyeyê be, bi van pirsanan peyam da komên muxalîf ên tevlî hevdîtinan dibin: “Em dîsa ji bo Cenevreyek bê encam li vir in an jî em di axaftina pêşeroja Sûriyeyê de cîdî ne?”
Mîstûra got, “Dema em van hevdîtinan pêk tînin, gelên Sûriyeyê li benda çareseriyê ne, ger mirov hinekî dirûst be, heta niha di van hevdîtinan de min nedîtiye daxwaza gelan li ber çavan hatiye girtin. Ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan navberek pêwîst e” û da xuyakirin navber nayê wê wateyê ku Cenevre-3 têk çûye.
Her wiha Mîstûra di serî de DYA, Rûsya, got pêwîst e dewletên din av Koma Piştgiriya Sûriye ya Navneteweyî de ne li hev bicivin.