Cenazeyê Karakoç ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat wergirtin

Cenazeyê Rohat Karakoç ê 22’ê Kanûnê li Nisêbînê hat qetilkirin û li Goristana Gel a Mêrdînê hat definkirin ji aliyê malbatê hat wergirtin û ji bo defnkirinê şandin Amedê.

Cenazeyê Rohat Karakoç ê ji Bismila Amedê, 22’ê Kanûna 2015’an li Kolana Dîlek a Taxa Firatê ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat qetilkirin û li Goristana Gel a Mêrdînê hat definkirin, ji aliyê malbatê hat wergirtin. Piştî serlêdana malbatê ya ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re hat erêkirin, malbat û rêveberên MEYA-DER’ê hatin goristanê. Cenazeyê Karakoç ji cihê hatibû defnkirin wergirtin, ji bo bê defnkirin jî ber bi bajarê wî Amedê bi rê kirin.

Cenazeyê Karakoç wê îro li Goristana Yenîkoy a Amedê bê defnkirin.