BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev zêdeyî 4 saetan bombe li gundên Qendîlê barandin. Di bomberdûmanê de tiştek bi kesî nehat, lê belê gelek xanî xera bûn û heywan telef bûn.

Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên li Bakurê Kurdistanê dike derbasî nava Başûrê Kurdistanê jî bike. Balafirên şer ên Tirk carke din bombe li gundên sivîlan ên li Qendîlê barandin. Bi şensê tiştek bi kesî nehat, lê belê gelek xanî xera bûn. Bi dehan heywan telef bûn, dehl û rezan zerar dîtin.

Êrîşa hewayî duh bi şev li gorî wexta herêmê saet di 24:00 de destpê kir û heta ber destê sibehê saet 04:30 dewam kir. Derdora gundên Lewcê, Bukriskan, Kalatuka, Şêxan, Sitêwrêka, Enzê û Suredê yên Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bi dijwarî hatin bombekirin. Li gundê Lewcê, ji ber bomberdûmana giran, bi dehan heywan telef bûn. Hin xanî xera bûn û parçeyên bombeyan li gelek xaniyan ketin.

Dewleta Tirk heta niha gelek caran sivîlên li Başûrê Kurdistanê hedef girt û ji ber van êrîşan bi dehan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn. Di 21'ê Tebaxa 2011'an de qada Kortek a herêma Qendîlê bombe kiribû û ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk di 1'ê Tebaxa 2015'an de jî bombe li gundê Zergelê yê Qendîlê barandibûn. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 15 kes jî birîndar bûbûn.

Şêniyên Qendîlê ji kamerayên me re axivîn û nerazîbûneke tund nîşanî êrîşan dan.

...