CKM: Dibe sibehê pir dereng be

Navenda Çanda Cûdî (CKM) ya li Şirnexê bal kişand ser rewşa hunermendên MKM’ê û sivîlên 5 roj in li Cizîrê agahî jê nayên girtin, wiha gotin: “Eger hûn qêrînên dayikên li Cizîrê nabihîzin, dibe sibehê pir dereng be.”

Navenda Çanda Cûdî (CKM) ya li Şirnexê bal kişand ser rewşa hunermendên MKM’ê û sivîlên 5 roj in li Cizîrê agahî jê nayên girtin, wiha gotin: “Eger hûn qêrînên dayikên li Cizîrê nabihîzin, dibe sibehê pir dereng be.”


 Navenda Çanda Cûdî (CKM) ya li Şirnexê têkîldarî 15 birîndar ku di nav de hunermendên MKM’ê û Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye û 7 cenazeyên ku li Cizîrê ne, civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Emîne Erkan bi daxwaza bidawîkirina êrîşên dewletê yên li hember bodrûma wehşetê û tehliyekirina yên di hundir de axivî, diyar kir ku li pêş çavên tevahî cîhanê mirovahî tê qetilkirin, wiha dom kir: “Di nav wan de 3 hevalên me yên di xebatên çand û hunerê de dixebitin jî hene. Yên din jî wek her kes dizanin mirovên sivîl in. Em jî wek sazî êrîşan şermezar dikin. Îro eger li ber çavên me hemûyan sivîl, hunermend tên qetilkirin, em ê sibehê çawa xwişk û biratiya gelan ava bikin?”

Erkan anî ziman ku hikûmet û dewlet dixwaze Kurdan qetil bike, wiha dewam kir: “Lê, di heman demê de gelê Tirk jî qetil dike. Divê gelê Tirk li hember vê qetlîamê bêdeng nemîne. Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov, divê li hember vê qetlîamê bêdeng nemîne. Eger hûn qêrîna dayikên li Cizîrê nikarin bibihîzin, dibe sibehê pir dereng be.”

Erkan bi bîr xist ku bi jêrzemîna li Cizîrê ve hêviyên di dilên mirovahiyê û zarokan dimire, wiha got: “Werin em bêdeng nemînin, em nebin hevparên xwînmijiyê.”