Artêşa Sûriye gihişt bajarokên Nûbîl û Zehra
Artêşa rejîma BAAS’ê li Sûriyeyê xwe gîhand bajarokên Nûbîl û Zehra yên li bakurê Helebê ji demek dirêj ve di dest muxalifan de bû.
Artêşa rejîma BAAS’ê li Sûriyeyê xwe gîhand bajarokên Nûbîl û Zehra yên li bakurê Helebê ji demek dirêj ve di dest muxalifan de bû.
Artêşa Sûriyeyê ya bi piştgiriya balafirên şer ên Rûs vê sibehê dest bi pêşveçûnê kir, xwe gihand bajarokên Nûbîl û Zehra.
Dorpêça muxalafixan a ji 2012’an ve jî bi vî awayî bi dawî bû.
Her wiha artêşa Sûriye girêdana di navbera bakurê Helebê û sînorê Kîlîsê yê muxalîfan jî qut kir.
Hat ragihandin ku artêşê bi awayekî giran gundên di bin kontrola muxalîfan bomberdûman kiriye û bi piştgiriya hewayî ya Rûsan jî pêşdeçûna xwe didomîne.
Li gor çavkaniyên herêmî, artêş ber bi sînorê Tirkiyeyê ve operasyonên xwe didomîne.