YPG'ê herêmên stratejîk ên li ser rêya Helebê azad kir
Gundê Xirêbkê yê Efrînê û Aşê El-Feysel ê li ser rêya navnetewî ji çeteyên El-Nusra û El-Şam hatin rizgarkirin.
Gundê Xirêbkê yê Efrînê û Aşê El-Feysel ê li ser rêya navnetewî ji çeteyên El-Nusra û El-Şam hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şervanên YPG/YPJ'ê, danê sibehê saet di09:40 de, gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawa ji çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrên AKP'ê, paqij kirin.
Li aliyekî din şervanên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) piştî şerekî dijwar Aşê El-Feysel ê girêdayî bajarê Ezazê ê dikeve ser rêya navnetewî ya Helebê ji El-Nûsra û El-Şam rizgar kirin.
Li van qadan tê gotin ku gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.