Malbat: Ji vê dewletê tê her tiştî bike

Malbatên ji bo rakirina cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatin qetilkirin ev 11 roj in nobedê digirin gotin, "Di şer de jî şerefek heye, li ti welatî di vê astê de wehşetek rû nedaye. Lê her tişt ji dewleta Tirk tê."

Dorpêçî û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk li navçeya Amed Sûrê dike, di roja 65. de ye. Ji bo wergirtina cenazeyên Rozerîn Çûkûr, Hakan Aslan, Gunduz Akmeşe, Tûrgay Gîrçek û Ramazan Ogut, ev 11 roj in çalakiya nobedê dewam dike. Dê û bav ji danê sibehê heta danê êvarê nobedê digirin û ji bo bedenên zarokên xwe werbigirin li ber xwe didin.

BAV: EM HER ROJ DIMIRIN!

Bavê Ramazan Ogut ê di 30'ê Kanûnê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin Mîthat Ogut got, "Cenazeyê kurê me ev 38 roj in li naverastê ye. Ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe em ketin greva birçîbûnê, lê me ti encam bi dest nexist. Ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe niha li Sumerparkê çalakiya me didome."

Ogut got, "Em nizanin bê dewletê li wê derê cenazeyên me parçe kiriye; îşkenceyê li wan dike" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tenê wekîlên HDP'yî destekê didin me. Ji bilî wan ti kes alîkariyê nadin me ku em karibin cenazeyên xwe werbigirin. Ji bo rakirina cenazeyên xwe, em her roj li bendê ne. Kurê min carekê min, em li vê derê her roj dimirin.

Beriya van cenazeyan, me di dema greva birçîbûnê de 2 cenazeyên sivîlan rakir. Lê di nava 25 rojan de îşkence li wan her du cenazeyan kiribûn. Her devera wan jê kiribûn, kengî tengav dibûn gule li wan reşandin. Di şer de jî şerefek heye. Li ti welatî di vê astê de wehşetek rû nedaye. Lê her tişt ji dewleta Tirk tê. Tevî her tiştî jî em aştiyê dixwazin û bi tenê cenazeyên zarokên xwe dixwazin."

DAYIKA GÎRÇEK: BEDENA KURÊ MIN RIZANDIN!

Dayika Tûrgay Gîrçek Makbûle Gîrçek jî got, "Bes e bila êdî cenazeyê kurê min bidin."

Gîrçek got, "Ev 18 roj in cenazeyên me li erdê ne û beden niha riziyan e. Kurê min li taxa xwe qetil kirin. Ez dixwazim gorek kurê min hebe, ku li ser bigirîm. Bi tenê vê dixwazim. Em vê êşê dikişînin, bila dayikên din nekişînin. Bila êdî aştî pêk were."

...