'Ol di nava lepên dagirkeran de ye'

Ji rûspiyên Silopiyayê Mele Salih Aydemîr diyar kir, ku Îslam ketiye nava lepên hêzên dagirker.

Li Silopiyayê di nava 37 rojan de dewleta Tirk ji her cinsî çek li hemberî gel bi kar anî û mîna dayika Taybet gelek cenazeyên sivîlan bi rengekî rûreşiya mirovahiyê bi rojan li naverastê hatin hiştin. Ji rûspiyên navçeyê Mele Salih Aydemîr anî ziman, ku ti pêwendiya vê yekê bi Îslamiyetê re nîne û destnîşan kir ku ol ketiye nava lepên hêzên dagirker.

'OL DI NAVA LEPÊN DAGIRKERAN DE YE'

Aydemîr bibîr xist, ku her şer jî xwedî pîvanan e, lê belê ya li ser vê xakê diqewime gelekî cuda ye. Aydemîr got, "Dewletê ol xistiye bin kontrola xwe. Pîvanên wê jî li gorî xwe çêdike. niha bi dehan welatiyên me hatin qetilkirin. Lê belê welê li me kirin, ku yên hatin qetilkirin nehatin şuştin, bi kefen nehatin pêçandin û bi vî rengî hatin defnkirin. Di vir de mirov nikarin qala Îslamê bikin. Îslam li vê derê ketiye nava lepên hêzên dagirker. Di nava Îslamê de jî, di nava baweriyên din de jî rewşeke bi vî rengî heye; Eger cenaze li erdê bin, hingî şer disekine. Her du alî jî cenazeyên xwe vedişêrin."

'EV ÇI EXLAQ E, ÇI ÎNSANETÎ YE?'

Aydemîr da xuyakirin, ku dewlet bi awayekî wehşî sivîlan bi tankan qetil dike û bal kişand ser bêdengiya gelek mirovên oldar li pêşberî vê rewşê. Aydemîr anî ziman, li derveyî mirovên xwedî wijdan, kî diaxive daxuyaniyên destekê didin zilma dewletê diweşînin û got, "Ti şertên Îslamê bi cih nayên anîn. Hewl didin bi qanûnên dewletê re Îslamê bixin meriyetê. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. Ev çi îslam e? Ev çi exlaq e? Ev çi însanetî ye?"

'HINEK JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE VÊ DIKIN'

Aydemîr işaret bi mizgeftên li navçeyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve weke biryardgehê tên bikaranîn kir û destnîşan kir, ku ji bilî bicihanîna pêwîstiyên olê, nabe ku mizgeft ji bo armancên cuda were bikaranîn. Aydemîr got, "Berê jî bi vî rengî bû. Di salên 90'î de jî ev pêkanîn hebû. Bi tenê rengê xwe guherî. Di serî de mizgeft, her der hatine talankirin. Mal û kargehên mirovan şewitandine. Dizî kirine. Mal û milkên gel dizîne. Ev zilm e. Ev zilm ji bo parastina desthilatdariya hin kesan tê kirin. Yê zilmê dike jî zalim e."