Li Sûrê şer giran e
Li Sûrê, ku ev 65 roj in dorpêçî û êrîş lê dewam dikin, dengê teqînan û çekan tê.
Li Sûrê, ku ev 65 roj in dorpêçî û êrîş lê dewam dikin, dengê teqînan û çekan tê.
Li dijî terora dewleta Tirk gelê Sûrê ev 65 roj in li ber xwe dide.
Li 6 taxên navçeyê ji 2'ê Kanûnê û vir ve derketina derve qedexe ye û êrîşên dewleta Tirk bênavber didomin. Qedexeya derketina derve ya li 9 taxên din duh hatibû rakirin. Li tax û kolanên derketina derve lê qedexe ne, terora dewletê her dewam e. Ketin û derketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Her wiha lêgerîna GBT jî tê kirin. Ji danê sibehê û vir ve dengê teqînan û çekan ji navçeyê tê. Li kolana Melîkahmet ku derketina derve lê ne qedexe ye, sekvanên Tirk guleli kolanan reşandin. Bi şensê tiştek bi kesî nehat.