'Bi xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê re serketin wê bi dest bikeve'
Ji Fermandarên YPG'ê Qamişlo, berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê, wê berxwedana lehengiyê ya dema berxwedana Kobanê bidomîne."
MAHÎR YILMAZKAYA / ARAFAT DAYAN
TIŞRÎN
pêncşem, 4 reşemiyê 2016, 07:00
Ji Fermandarên YPG'ê Qamişlo destnîşan kir, ku ew ê li her deverê li çeteyên DAIŞ'ê bidin û li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk ava bikin. Qamişlo berxwedana xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê, wê berxwedana lehengiyê ya dema berxwedana Kobanê bidomîne." Qamişlo ji gelê Rojava jî xwest, destekê bide berxwedana li Bakur.
Li çeperên YPG/YPJ'ê yên li derdora Bendava Tişrînê, em bi yek ji fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo re axivîn.
'EM Ê HEMÛ KANTONAN BIGIHÎNIN HEV'
Ji fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo bibîr xist, li ser daxwaza gel wan di 23'ê Kanûnê de ji bo azadkirina gund, gundik û Bendava Tişrînê ya li Başûrê Kobanê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, wan pêngavek dan destpêkirin. Qamişlo diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG û YPJ jî di nav de ne, hemû gund, gundik û Bendava Tişrînê azad kirin û serketineke mezin bi dest xistin.
Qamişlo got, "Li van qadên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, bi xurtkirina çeperên xwe re em herêmê û gel diparêzin" û da zanîn ku ew ê hemû sozên dane gel bi cih bînin û hemû kantonên Rojavayê Kurdistanê bigihînin hev.
Qamişlo da xuyakirin, ku li ser bingehê avakirina jiyana hevpar û Sûriyeya Demokratîk a ji hemû komên cihêreng ên ji gel û baweriyên cuda, ew ê sozên dane gelên Sûriyeyê û hêzên demokratîk yek bi yek bi cih bînin, bi vê armancê têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin.
'WÊ BERSIVA PÊWÎST JI DAIŞ'Ê Û HEVKARÊN WÊ RE BÊ DAYÎN'
Fermandarê YPG'ê Egîd Qamişlo got, "Em ê bersiva pêwîst bidin çeteyên DAIŞ'ê yên barbar, hevkarên wê û dewleta AKP/Erdogan û hemû dewletên destekê didin van çeteyan." Qamişlo destnîşan kir, ku ti ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nikare wan bitirsîne.
Qamişlo got, "Bi saya şehîdên xwe bi serbilindî têdikoşin" û ragihand, moralê şervanên YPG/YPJ û HSD'ê di asta herî bilind de ye. Qamişlo da zanîn, ku ew ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi biryardariyeke mezin bi cih bînin û bibîr xist, ti hêz û dewlet nikarîbûn li ber çeteyên DAIŞ'ê bisekinin, lê şervanên YPG/YPJ'ê li dijî van çeteyan li ber xwe dane û bi ser ketine.
'HÊZA DAIŞ'Ê JI ALIYÊ ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê VE HAT ŞIKANDIN'
Qamişlo diyar kir, bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hêza çeteyên DAIŞ'ê hatiye şikandin û got, "Eger çeteyên DAIŞ'ê di roja îro de her têk diçe, ev yek bi saya cesaret, hewldan, vîn, biryardarî û fedekariya bilind a şervanên YPG/YPJ'ê ye."
'LI KU BIN, EM Ê LI WAN BIDIN'
Fermandarê YPG'ê Egîd Qamişlo da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê yên îdîa dikin li ser navê Îslamê tevdigerin û hemû nirxên mirovahiyê tine dikin, li ku bin ew ê li wê derê li wan bidin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê ti gel neyê lîstika DAIŞ, El Nûsra, Ehrar û Şam ên îdîa dikin ku li ser navê Îslamê tevdigerin. Her wiha pêwîste ti gel neyê lîstika komele, weqf, partî û platformên îdîa dikin li ser navê Îslamê tevdigerin."
Qamişlo got, "Gelên li ser vê xakê dijîn, gelekî baş bi dîroka Îslamê û nirxên Îslamê dizanin" û destnîşan kir, ku divê her kesên bi ola Îslamê re dilsoz e li gorî vê rastiyê tevbigere.
'EM BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ YA YPS'Ê SILAV DIKIN'
Qamişlo anî ziman, ku bi derfetên kêm jî be ew rewşa li Bakurê Kurdistanê dişopînin û da zanîn, rûyê qirkirin û qetlîamker ê dewleta Tirk careke din derketiye holê.
Qamişlo, berxwedana xwerêveberiyê ya YPS'ê silav kir û got, "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê gel bi vîna xwe, bi xwerêveberiyê, bi nirxên xwe li ser piyan e û roj bi roj bi pêş de diçe, roj bi roj bi ser dikeve, divê li Bakurê Kurdistanê jî heman pêvajo bê meşandin."
Qamişlo bang li tevahiya gelê li Bakurê Kurdistanê û hêzên şoreşger kir, sekna xwe ya li hemberî siyaseta xapandin, înkar û tinekirinê ya AKP'ê bidomînin û destnîşan kir, ku encax bi vî rengî êrîşên qirkirin û komkujiyê bên şikandin û bi vî rengî hêzên YPS'ê bi ser bikevin.
'GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ JI BO ŞOREŞA ROJAVA Û KOBANÊ BI SEDAN ŞEHÎD DA'
Ji Fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo bal kişand ser 'xeleka ji agir a gelê Bakurê Kurdistanê li dora Şoreşa Rojava û Kobanê çêkir' û ev nirxandin kir:
"Çawa ku bi destpêkirina pêvajoya şoreşa li Rojava re gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê madî û manewî ve xwedî li Şoreşa Rojava derket û di vê oxirê de canê xwe feda kir, girîng gelê Rojava jî bi heman rengî xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkeve. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê divê berxwedana xwe ya lehengî ku di pêvajoya berxwedana Kobanê de nîşan da bidomîne.
Gelê Bakurê Kurdistanê di pêvajoya berxwedana Kobanê de, di nava berf, baran û heriyê de ji 7 heta 70 salî hat ser sînor û destekeke girîng û watedar da Şoreşa Rojava. Ji ciwanên Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan hatin Kobanê û cihê xwe di nava refên berxwedanê de girtin. Bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê şehîd ketin. Her wiha, gelek ciwanên ji bo tevlîbûna li nava berxwedana Kobanê sînor ji holê rakirin, li ser sînor ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve şehîd hatin xistin."
'DIVÊ GELÊ ROJAVA DESTEKÊ BIDE BERXWEDANA LI BAKURÊ KURDISTANÊ'
Qamişlo got, "Pêwîste gelê Rojava, mîna berxwedana destanî ya gelê Bakurê Kurdistanê ji bo berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava nîşan da, destekê bide berxwedana Bakurê Kurdistanê" û destnîşan kir, ku di sala 2016'an de bi berxwedana hêzên YPS û YPS Jin re wê li Bakurê Kurdistanê serketin bi dest bikeve.
Ji Fermandarên YPG'ê Egîd Qamişlo di dawiya axaftina xwe de soza da, ku li ser bingeha biratiya gelên Rojhilata Navîn ew ê sîstemeke demokratîk ava bikin.