Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bîranîn
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), li gundê Bergirkê yê Binarê Qendîlê gerîlaya YJA-Starê Viyan Soran, bi semînerêkê bibîr anî.
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), li gundê Bergirkê yê Binarê Qendîlê gerîlaya YJA-Starê Viyan Soran, bi semînerêkê bibîr anî.
Li gundê Bergirkê ê Binarê Qendîlê Leyla Walî Hisên (Viyan Soran) ku di 2'ê Sibata 2006'an de ji hêzên komploger re got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û çalakiya fedayî pêk anî, duh bi semîrekê hat bîranîn. Bi dehan jin beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Endama RJAK’ê Mihabad Niştîman di semînerê de dar barê jiyan û nameya gerîlaya YJA-Starê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsî axivî.
Nîştîman destnîşan kir ku Viyan Soran keça malbateke welatparêz bû û got: "Viyan Soran di temenê zarokatiya xwe de zilm û zordariya li ser Kurdan nas dike. Berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî şoreşê dibe. Di nava şoreşê de, di serî de di nava rêxistinê jinan û karên cuda de bi berpirsyartî radibe. Li hemberî komploya navneteweyî çalakiyê pêk tîne."
Pîştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana Viyan Soran hatî amadekirin hat nîşandan.