Demîrtaş: Li dijî şerê kirêt divê her kes rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bang li her kesî kir, ku li dijî şerê kirêt her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Demîrtaş ji AKP'ê re jî got, "Hûn gav bi gav ber bi navenda çiravê ve dimeşin. Hûn tê de çikiyan e û nikarin jê derkevin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ên ji bo wergirtina birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane ji duh ve li Mêrdînê di nava hewldanan de ne, der barê rewşa dawî de li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, kedkarên tenduristiyê yên dildar ên ji TTB û SES'ê jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Demîrtaş û Yuksek ve hat dayîn.

Demîrtaş bi vî rengî axivî:

"Ji duh ve hem li vir hem jî li Enqereyê hevalên me ketin nava gelek hewldanan. Di encama van hevdîtinan de agahî ji me re hat, ku 3 ambûlans li ser rêya bingehîn a li pêşberî avahiya birîndar lê ne, disekinin. Lê belê beriya niha jî gelek caran ambûlans li ser vê rêyê hatibû sekinandin û destûr nehatibû dayîn kedkarên tenduristiyê bikevin nava kolanê. Di her hewldanê de dengê bomberdûman û çekan hat bihîstin û destûr nehat dayîn ambûlans bikevin nava kolanê. Ji me re hat ragihandin, ku îro jî heman rewş dubare bûye. Dema 3 ambûlans li wê derê disekinîn, dengê topan û çekan hat bihîstin. Êdî tiştekî gelekî zelal heye. Ew jî ev e; hikûmetê da xuyakirin ku ji sedeî 99 ê operasyona li Cizîrê temam bûye û beşa ji sedî 1 maye. Tevî ku bi xwe, qedexeya derketina derve hewce nabînin, lê dema wê dirêj dikin. Ji bo pêşî li çûyîna ambûlansan bigirin mîzansena şer diafirînin û li ser vê yekê nahêlin em hîn bibin bê rewşa li wê avahiyê çi ye.

Kedkarên tenduristiyê yên bi xwesteka xwe dixwazin biçin Cizîrê û xwe bigihînin birîndaran, tevî hewldanên xwe yên bi rojan, tên sekinandin. Her wiha destûr nayê dayîn servîsa lezgîn a 112 jî bikeve hundirê wê avahiyê. Em bi rezaletekê re rû bi rû ne. Hikûmeta ku ev 60 roj in her pesna operasyona xwe didin û dibêjin 'me paqij kirin' piştî 60 rojan dibêje, 'me ew avahî ewle nekirine, lewma nikarin bikevin hundir'. Dibêjin, 'ew nikarin jiyana me û kedkarên tenduristiyê ewle bikin'. Her wiha dibêjin, 'Em nizanin birîndar hene yan na'.

Em bi Serokwezîrekî welê re rû bi rû ne, ku ji bo navçeyeke ev 50 roj in qedexe ye mirov derkevin derve dibêje, 'Em nizanin bê li wê avahiyê birîndar hene yan na'. Yê ku divê bi vê zanibe, tu ye. Eger tu bi vê nizanibe, wê çaxê hewce bi serokwezaretiya te nîne. Serokwezîr dibêje, 'Bila îspat bikin li wir birîndar heye'. Tuyê bêjî qey îspatkirina birîndaran berpirsyariya me ye. Ji ber vê yekê ambûlansê naşînin. Em bi zîhniyeteke siyasî ya fêmkirina wê zehmet e, rû bi rû ne.

Madem ev 60 roj in hûn nikarin xwe bigihînin wê avahiyê, ti agahiya we nîne, hûn nizanin bê birîndar û sivîl hene yan na, wê demê, ev çi ye ku hûn bi rojan e bi rêya medyayê serketina wê pîroz dikin. Piştî hilweşandin û şewitandinê, piştî hiştina ewçend cezaneyan li dû xwe, hûn çi pîroz dikin. Me got ku ev desthilatdariya siyasî wê aştiyê bi xwe re nîne. Ew siyaseta têkçûnê dimeşînin. Her gava ew di vî warî de biavêjin wê rê li ber fatûreyeke mezintir û girantir veke.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bend û xendekên li Cizîr û Sûrê nîne. Bi girtina van xendekan re wê pirsgirêkên ziman, çand, aborî, nasname û demokrasiyê ya gelê Kurd çareser bibe? Şerekî kirêt ê ku konsepta ewlekariyê esas digire, gelekî bi temamî hedef digire, tê meşandin. Serokwezîr jî, Serokê Fermandariya Giştî jî li gorî soza dane hev tevdigerin. Dibêje, 'Hûn qetil bikin, hûn xera bikin, hilweşînin, bikujin. Em ê jî binixumînin'.
 
AKP me sûcdar dike bê çima em destekê nadin van polîtîkayan. Me kengî soza vê dane we, ku hûn radibin ji rexneyên me, ji mûxalefeta me aciz dibin. Me fêm nekirine bê çima ev AKP'e aciz dike. Me destek dan pêvajoya aştiyê. Ji destpêkê ve we şaşîtî kirin. Gav bi gav hûn ber bi navenda çiravê ve dimeşin. Hûn di nav de çikiyan e û nikarin jê derkevin. Bi tenê rêyeke derketina ji vê rewşê heye. Divê hûn bêjin, 'Me şaşîtî kir. Diviyabû me bi konsepta ewlekariyê, bi tank û topan tevnegeriyan. Me şaşîtî kir. Em pêvajoyeke nû ya aştiyê didin destpêkirin'. Di rewşeke berevajî de, eger li hin navçeyên din rewşeke bi heman rengî rû bide û ev li derdorê belav bibe, hingî wê Serokwezîr çawa karibe hesabê vê bide.

Drama însanî ya bi rojane li Cizîrê dewam dike, encama van polîtîkayên şaş e. 5-6 roj in têkiliya bi sivîlan re qut bûye. Dengê wan li cem me qeydkirî ye. Hêzên li herêmê, ji bo qedexeya derketina derve neyê rakirin, bi mîzansenî tevdigerin. Hikûmet jî nîşan dide ku ew jî parçeyek ji vê ye. Ev hemû hewldanên me, vê senaryoya kirêt, vê mîzansena lewitî pûç dike. Divê gelê me di asta herî bilind de hişyar û baldar be, bêdeng nemîne. Divê em li her derê dengê xwe bilind bikin. Medya hawiz derewan dike. Bi van derewên xwe re ji bo dijberiyê mezin bike, jehrê li derdorê dibarîne. Yên ku di dema pêş de dixwazin pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin, wê vê jehrê çawa karibin paqij bikin. Dibêjin, 'li filan cihî sekvanê Sirp hatiye zevtkirin, Amerîkî, Îsraîlî hatine, qaşo şerê Xaçî ye'. Xwe bixeyidînin yan jî nexeyidînin, lê rastî; şerê AKP'ê yê li dijî gelê Kurd e.

Pêwîste her kes bûyerên îro diqewimin baş bişopînin. Medya hawiz, medya hikûmetê bi agahiyên lewitî re civakê jehrî dike. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê destpê nake. Divê dorpêçiya li Sûr û Cizîrê derhal bê rakirin. Aliyekî vê zilmê yê bê qebûlkirin nîne. Hikûmeteke ku nikare ambûlansê bixe nava kolanekê, êdî ne hikûmet e. Eger zehmetiyan dikişîne fermanê bide yekîneyên xwe, wê çaxê hewce nîne li ser wê kursiyê rûdinê. Eger weke Serokwezîr tu li meydanan dike qîreqîr, wê demê tu însanekî bêbandor e. Tu teslîmî gladyoya qesrê bûye. Na eger tu aliyekî vî şerî be, wê çaxê tu yê li pêşberî dîrokê hesabê vê bide.

Nizanim ku wê bihêlin mirov xwe bigihînin wê avahiyê yan na. Lê belê ev rewş cihê şermê ye. Li Tirkiyeya sedsala 21'an, em nîqaşê li ser xwegihandina ambûlansê ji avahiyeke 200 metre dûrî wê, dikin. Ev şerm şerma AKP'ê ye.

Ne tenê ji bo Sûr û Cizîrê, divê gelê me li her cihî li dijî vî şerê kirêt rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike. Em banga vê dikin. Bi taybetî danê êvarê li şaneşînan, li şibakeyan û di wesayîtan de deng derxînin. Li dijî zilmê em banga çalakiyan dikin. Her êvarê saet di 19'an de li dijî zilmê deng derxînin. Eger dengê ji bo aştiyê bilind bibe, Enqere wê nikaribe vî dengî nebihîze. Her êvarê divê ev deng zêde bibe. Li hemberî yên polîtîkaya şer li ser me ferz dikin, pêwîste em nîşan bidin ku dengê me çiqasî bilind e. Ji Stenbolê heta Ewropayê, ji Colemêrgê heta Qersê, yên dibêjin 'Ez jî aştiyê dixwazim, ez jî li hemberî vê zilmê bêdeng namînim' pêwîste dengê xwe derxînin.

Divê gelê me vê yekê weke bangeke ji rêzê nebîne û bi rengekî rêxistinbûyî bixe meriyetê. Vê weke bangeke girîng radigihînim. Bi awayekî din nepêkane ev zilm were sekinandin. Pêwîste em hikûmeteke ku ji bo ambûlansê jî bazariyê dike û bi bêwijdaniyeke mezin nêzî birîndaran dibe, bişînin ser sergoê dîrokê. Ev yek jî wê bi çalakiyên aştiyê yên vê êvarê destpê bikin re, wê were dîtin."

EKÎBA TENDURISTIYÊ YA DILDAR: BILA KORÎDORA JIYANÊ BÊ VEKIRIN

Hevserokê Şaxa Rihayê yê SES’ê Doktor Reşat Dogan di civîna çapemeniyê de mafê axaftinê wergirt, wiha daxwaz kir: “Li ser banga SES û TTB’ê em 6 roj berê ketin rê. Ekîbên tenduristiyê yên ji bo karibin birîndarên li jêrzemînê bigihînin nexweşxaneyan her roj pêşî li wan hat girtin. Cara yekem duh em heta ketina Cizîrê çûn, piştre dîsa paş de şandin. Ji hikûmet û rayedaran re banga me ye; wek ekîba tendurisyê ya bêalî em daxwaz dikin ku piştî tedawiyên birîndaran ên destpêkê me pêk anî, ji bo rakirina nexweşxaneyê korîdorek jiyanê bê vekirin.”

YUKSEK BANG LI HÊZÊN DEMOKRASÎ Û PARTIYÊN KURDISTANÎ KIR

Axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî wiha ye:

"Cizîrê hê jî xeteriya jiyanî didomîne. Ti pêşketin tineye. Xebatên li ser vê jî didome. Em ji zêdebûna hejmara miriyan ditirsin. Ji bo pêngavek dawiyê amadekariyan dikin. Divê bi hêrsek wiha tevger çênebe. Bi mirinên zêde ti kes ti tiştekî bi dest naxe. Polîtîkaya ewlekariyê ya wisa ji pêşeroja gelan re derbeyek e. Her çi difikirin divê teqez dest jê berdin. Em difikirin ku ne di ferqê de ne bê ka di rewşa şerekî çawa de ne. Bi temamî li ser ewlekariyê ne, li gor wan çiqasî mirov bimirin wê serwerbûna dewletê ewqasî zêde bibe. Otorîteya dewletê wiha pêk nayê. Bi hevparbûna demokratîk a gelan ve feraseta welatê hevpar pêk tê. Ji bilî vê jî tevahî pêngavên wan van têgehên welatê hevpar, azadî û demokrasiyê ji holê radike.

Li gel bangên ji gel û hikûmetê, ez bang li hêzên demokrasî, partiyên li Kurdistanê siyaset dikin, partiyên Kurdistanî dikim. Em bi mehan e pêşketinên li Rojhilata Navîn wek pêşketinên dîrokî dinirxînin, em baş dizanin ku tevahî jî di ferqa vê de ne. Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê siyasetê dikin jî di ferqê de ne. Daxuyaniyên wek Sykes Pîcot bê wate bûye, divê Kurd bi xwe sînorên xwe diyar bikin dan. Lê, pêwîstî bi tevgerek li gor van heye. Pêwîstî heye ku tevahî pêkhate ji her demê zêdetir bi hev re tevbigerin. Ji bo Rojava, ji bo Cizîrê heta ji bo Başûrê Kurdistanê divê bi hev re tevbigerin. Eger îro deng dernexin, helwestek hevpar nîşan nedin, em ê nikaribin vê ava bikin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiya neteweyî, tevgerek hevpar heye. Di rewşên wisa de divê ev bê nîşandan. Eger berevajî piştgiriyê bidin hêzên li dijî Kurdan şer dane destpêkirin, astengiyê li pêşiya statuya Kurdan didin avakirin, mînak li gel hikûmeta AKP’ê bisekinin, ev bi awayekî dîrokî wê ji aliyê gelê me neyê qebûlkirin.”

Piştî axaftinan, Demîrtaş pirs bersivandin, pirsa têkîldarî ziyareta Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê tê payîn ku sibehê were Mêrdînê, wiha bersivand: “Hikûmeteke ku 12 roj in bazara ambûlansê dike, sibehê wê were vir û daxuyaniya çi bide. Tevî hemû rîskên ewlekariyê jî ez dixwazim biçin û lêkolîn bikin. Hikûmeteke ku ji vê re dibe asteng, ji bo çareserkirina qrîzeke herî biçûk a mirovî re bendan datîne, sibehê wê li Mêrdînê paketeke demokrasiyê veneke. Serokwezîrekî ku li hember birîndaran, cenazeyan nikare tehamul bike, li benda rizandina cenazeya Dayika Taybet ma, wê li Mêrdînê daxuyaniya çi bide. Agahiya wî heye, min berê jî da xuyakirin, ji ber vê hevdîtin betal kir. Ma em ê dest ji hesabpirsîna vê berdin?"