Cenazeyê ciwanê hatiye qetilkirin ev 9 roj in nikare bê rakirin

Cenazeyê ciwanê bi navê Selîm Tûray ê li Cizîrê di 26'ê Çileyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi bahaneya 'şer heye' tevî ku agahî ji emniyetê re hatiye dayîn jî ev 9 roj in nayê rakirin.

Dorpêçî û êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê di roja 53. de ye. Cenazeyê ciwanê bi navê Selîm Tûray ê li taxa Cûdî ya Cizîrê di 26'ê Çileyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi bahaneya 'şer heye' tevî ku agahî ji emniyetê re hatiye dayîn jî ev 9 roj in nayê rakirin.

Piştî ku kekê Tûray xwe gihand Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Şaredariya Cizîrê ji bo rakirina cenaze bi emniyetê re têkilî danî, lê belê emniyetê bersiva 'herêm ne ewle ye, hûn nikarin werbigirin' da.

Li aliyê din, bi hezaran polîs û leşkerên Tirk li gelek malên li Cizîrê dikevin malan û lêgerînan dikin. Li navçeyê piraniya wan di nava 10 rojên dawî de zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin.