Kedkarên tenduristiyê xwe gihandin kolana birîndar lê ne, lê topbaranê destpê kir

Kedkarên tenduristiyê yên bi dilxwazî ji bo wergirtina birîndarên ev 5 roj in agahî ji wan nayê girtin ketin ser rê, xwe gihandin Kolana Bostani, lê bi nêzîkbûna kedkarên tenduristiyê re topbaranê destpê kir.

Ji bo wergirtina 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketine yên 13 roj in li jêrzemîna avahiyeke li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê asê mane, ambûlanseke Şaredariya Şirnexê û kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ketin nava Cizîrê û derbasî qada Dortyolê bûn. 4 kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ji ambûlansê peya bûn û xwestin bimeşin Kolana Bostani ya birîndar lê ne. Dema kedkarên tenduristiyê xwe gihandin destpêka kolanê, topbaranê destpê kir. Personelên tenduristiyê hînê li herêmê disekinin.

Beriya niha gelek caran ambûlansa Şaredariyê ketibû kolana birîndar lê ne û xwestibû birîndaran werbigire, lê belê heta roja îro kengî ambûlansê xwe gihand kolanê, topbaranê destpê kir, yan jî hêzên dewleta Tirk bi gotina 'şer heye', nehişt ambûlans derbas bibe.