Li Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê'
Ji bo kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê bên aşkerekirin, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.
Ji bo kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê bên aşkerekirin, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.
Ji bo kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê bên aşkerekirin, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.
DUSSELDORF
Ji bo aşkerekirin kujerên komkujiya Parîsê, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin, çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.
Çalakiya li Dusseldorfê ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ û YJK-Elmanyayê ve hat organîzekirin û bi beşdariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Kolnê pêk hat.
Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanên Elmanî û Fransî yên "Jin jiyan aadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Erdogan ê faşîst, Fransa a hevkar" hatin qîrîn. Piştî xwendina belavokê çalakgeran ji bo çalakiya 13'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê banga tevlîbûnê kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi şiyara 'Edalet û Ronahiyê' mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li semta Altona hat lidarxistin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxwaza edaletê careke din bilêv kirin û bang li hikûmetên Fransa û Elmanyayê kirin, ku bi berpirsyarî rabin.
Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach li vir axivî û bibîr xist, ku di ser komkujiya li Parîsê re zêdeyî sê sal derbas bûne. Flach got, "Hêzên navneteweyî yên ku berî sê salan ji ber vê cînayetê li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan nedan, mixabin îro jî wehşeta li Kurdistanê heye ji nedîtî ve tên. Heman hêzên navneteweyî pêwîstiyê pê nabînin ku Kurdên herî zêde li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin, tevlî hevdîtinên bibin." Flach destnîşan kir, ku divê Erdogan wê bi çavsorî ji bo desthilatdariya xwe şer dike, bê sekinandin.
Di mîtîngê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo meşa dirêj a du rojan a 9-10'ê Sibatê li herêma Hambûrgê ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Hambûrgê Hatîce Kaya ve hat dayîn, meş wê roja Sêşemê saet di 09:00 de li rawestgeha Neuwiedenthal'ê destpê bike. Çalakger wê bi şev li semta Wîlhelmsbûrgê bimînin û roja Çarşemê heta ber Parlamenta Hambûrgê bimeşin.