Doza kuştina Kadrî Bagdû jî gav bi gav tevlî dosyayên 'kiryarên nediyar' tê kirin
Parêzerê malbatê Tûgay Bek got, "Cînayeta xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ji ber ku weke bûyereke edlî tê lêpirsîn, pêkane weke kuştinek kiryar nediyar bimîne."
Parêzerê malbatê Tûgay Bek got, "Cînayeta xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ji ber ku weke bûyereke edlî tê lêpirsîn, pêkane weke kuştinek kiryar nediyar bimîne."

Parêzerê malbatê Tûgay Bek got, "Cînayeta xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ji ber ku weke bûyereke edlî tê lêpirsîn, pêkane weke kuştinek kiryar nediyar bimîne" û anî ziman, ku di lêpirsînên kuştina mirovên di çalakiyên Kobanê de çete ji nedîtî ve hatine.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14'ê Cotmeha 2014'an de li semta Şakîrpaşa ya Edeneyê, ji aliyê kesên bi maske û li ser motorsîkletê ve bi êrîşeke çekdarî hatibû qetilkirin. Biryara nepenîtiyê ya li ser dosya lêpirsîna qetilkirina Bagdû, bi serlêdana parêzerê malbatê re hatibû rakirin.
Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî, di lêpirsîna dozgeriyê de ti gav bi pêş de nehatiye avêtin. Pêwendiya vê cînayetê bi DAIŞ'ê re ji nedîtî ve hat. Parêzer Bek diyar kir, ku dozgerî mîna bûyereke edlî ye lêpirsîna vê cînayetê dimeşîne û anî ziman, ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê weke dosyayek kiryar nediyar bê girtin.
Parêzerê malbata Bagdû Tûgay bek der barê lêpirsînê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku piştî biryara nepenîtiyê ji ser dosyayê hat rakirin, wan dîtin ku ti lêkolîn, lêpirsîn nehatiye meşandin.
Bek got, "Qîma xwe bi vê jî neanîne, rabûne ji ber daxuyaniya me ya çapemeniyê ya berî salekê li ser mijarê me li Meclîsê da, ji xala 301 a TCK lêpirsînek li dijî me vekirine. Ev doz hefteya derbasbûyî li 4. Dadgeha Ceza ya Edeneyê hat dîtin û me beraat kir. Li me lêpirsînan vedikin, lê di doza Bagdû de gavek jî bi pêş de nehatiye avêtin."
'TI DELÎL NAYÊ PEYDAKIRIN'
Bek diyar kir ku ew hînê îdîa dikin cînayet ji aliyê komên cîhadî ve hatiye kirin û got, "Yên cînayet kirine, tên parastin. Mîna ku ev cînayet bûyereke edlî ye tê nirxandin. Walîtiya Edeneyê, cînayet weke 'bûyere edlî' pênase kir û serlêdana me red kir. Ji ber ku bi vî rengî nêz dibin, em di wê baweriyê de ne ku lêpirsîn nayê meşandin. Temamiya qetilkirina zêdeyî 50 welatiyan di çalakiyên ji bo Kobanê de, ji ber ku bi vî rengî hatin nirxandin, hemû weke kuştinên kiryar nediyar man. Ji ber ku lêpirsîna çete yan jî rêxistinekê nayê meşandin. Lewma xwe nagihînin ti delîlan. Eger lêpirsîn bi vî rengî bimeşe, mixabin doza Bagdû jî wê tevlî nava dosyayên kuştinên kiryar nediyar bibe."