Hiqûqnas û malbatên birîndaran berê xwe dan Cizîrê

Hiqûqnas ji bo xwe bigihînin muwekîlên xwe yên li jêrzemînên li Cizîrê asê mane, tevî malbatên birîndaran berê xwe dan Cizîrê.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz û Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê ji bo xwe bigihînin birîndarên ev 15 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê de asê man e û ji bo xwe bigihîne jêrzemîna avahiyeke din a li Cizîrê ku 10 kes lê ji ber topbaranê bi şewatê jiyan xwe ji dest dan û 37 kes hînê asê ne, ji Nisêbînê tevî malbatan berê xwe dan Cizîrê. Beriya bi rê ketinê hiqûqnasan tevî malbatan li ber Navenda Çandê ya Mîtannî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê hiqûqnasan parêzer Rûşen Rotînda Polat bal kişand ser hemû hewldanên xwe yên hiqûqî ku ti encam jê derneketine û anî ziman, ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi dayîna biryareke skandal re sûc avêtiye ser birîndaran.

Polat diyar kir, ku ew dixwazin xwe bigihînin muwekîlên xwe yên li jêrzemînan asê man e, ji bo vekirina rê daxwaz ji Walîtiya li Mêrdînê kirine û got, "Rê vekin, em biçin bibînin bê muwekîlên me birîndarin yan na. Bi vî rengî em wan delîlên ku dadgeh dixwazin pêşkêş bikin."

Piştî daxuyaniyê hiqûqnas û malbatên birîndaran ji bo xwe bigihînin Cizîrê ketin ser rê.