3 cenazeyên li Cizîrê hatin dîtin rakirin Şirnexê

3 cenazeyên duh li taxa Sûr a Cizîrê hat dîtin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, duh 3 cenazeyên nasnameyên wan nehatin tespîtkirin li taxa Sûrê hatin dîtin.

Piştî ku hat bihîstin cenaze li Kolana Sîte ye, Şaredariyê wesayîta xwe ya cenaze şand herêmê, lê hêzên dewletê bi mîzansena 'şer heye' nehiştin wesayît xwe bigihîne cenazeyan.

Dûre polîsên Tirk cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji wir jî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.