Jina ducanî ya krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê ku hovîtiya dewleta Tirk di roja 55. de ye, jina bi navê Zerîn Ûca ku bi 7 mehan ducanî bû, krîza dil derbas kir û ji ber ku ambûlans saet û nîvekê dereng ma jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê ku hovîtiya dewleta Tirk di roja 55. de ye, jina bi navê Zerîn Ûca ku bi 7 mehan ducanî bû, krîza dil derbas kir û ji ber ku ambûlans saet û nîvekê dereng ma jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şirnex Cizîrê ku ev 55 roj in dorpêçî û êrîşên dewletê li ser kêm nabin, ji ber ku hêzên dewletê nahêlin ambûlans xwe bigihînin nexweşan, gelek mirovên nesax û pêwîstiya wan bi tedawiyê hene, jiyana xwe ji dest didin.
Li taxa Sûrê jina bi navê Zerîn Ûca (22) a bi 7 mehan ducanî bû û li mala xwe ya li kolana Çali krîza dil derbas kir, ji ber ku ambûlansa Servîsa Lezgîn 112 saet û nîvekê dereng hat, jiyana xwe ji dest da.
Malbatê nerazîbûn nîşanî derengmayîna ambûlansê da û li ser vê yekê personelên tenduristiyê ji malbatê re gotin, "Polîsan em li benda kontrolê sekinandin, lewma em dereng man."
Cenazeyê Ûca rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.