BI DÎMEN

Gerîla Armanc Kurd li Kerkûkê hat bîranîn

Gerîla Armanc Kurd a li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de kesayetiya Armanc Kurd hat vegotin.

Gerîla Armanc Kurd (Talîb Mehmûdî) ya ji Merîwanê, ku di operasyona 6'ê Sibata 2015'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Di merasîmê de tevî gelek gerîlayan, ji fermandarên HPG'ê yên Kerkûkê Cemal Andok, Mazlûm Rûs ji û fermandarên YJA Starê yên Kerkûkê Gulîstan Erdem amade bûn.

Andok di axaftina xwe ya li merasîmê de ragihand, ku hevrêya wan Armanc heta kêliya dawî bi hişmendiyeke xurt di azadiyê de israr kiribû.

'BÛ YEK JI PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ'

Andok di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ruhê fedaî yê gerîla Armanc Kurd û got, "Hevrê Armanc li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de bi xwînxwarî êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, hevala me Armanc hat Kerkûkê û di dema herî giran a şer de di asteke bilind de tevlî pêvajoyê bû. Armanc, di pêngavên hêzên me de bi awayekî aktîf cih girt û bû yek ji pêşengên berxwedanê.

Hevrê Armanc bi hişmendiyeke xurt heta dawiyê di azadiyê de israr kir û li ser vê bingehê jiya. Li her cihê pêwîstî lê hebû, heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo şeref û namûsa Kurdistanê şer kir û canê xwe feda kir. Em ê li ser şopa şehîdan her bimeşin û bi ruhekî ku hêjayî têkoşîn û mîrateya wan bin, li her derê wan bidin jiyîn. Em soz didin ku em ê tola hemû şehîdên xwe hilînin."

Di dawiya merasîmê de, hevrêyên Armanc Kurd, ji kamerayên ANF'ê re qala hevrêya xwe kirin: