KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
NAV-DEM’ê banga çalakiyê kir
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya têkîldarî qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê daxuyanî da. -
Ji Cizîrê 4 cenaze anîn Şirnexê
Ji navçeya Cizîrê ku îdîayên komkujî lê hatiye kirin di rojevê de ye, 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
'Di nava 6 mehan de 460 sivîl ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin'
Di pêvajoya şer de, ku dewleta Tirk bi meha Tîrmehê re dijwar kiriye, heta roja îro 84 jê zarok, 79 jê jin 460 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Amed û Nisêbîn ji bo Cizîrê radibe ser piyan!
Li dijî komkujiya li Cizîrê, li Amedê wê ji bo sê rojan çalakî bên lidarxistin. Girseya gel wê îro saet di 14:00 de li ber avahiya DBP'ê li hev civiye. Li Nisêbînê jî wê di heman saetê de çalakî destpê bike. -
KJK: Komkujiya Cizîrê êdî sebir fûrandiye
KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujiya li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê hat kirin û diyar kir, êdî bêdengî nabe. -
Leşkerên Tirk welatiyekî Rojavayî kuştin û li sînor binax kirin
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava welatiyekî 40 salî kuştin û ji bo cenazeya wî neyê dîtin jî li ser sînor binax kirin. -
Li Şirnexê MOBESE hat îmhakirin
MOBESE ya li ser cadeyeke Şirnexê bi teqemeniyê ve hat bêkêrkirin. -
Gerîla: Têkoşîna li dijî komployê bi berxwedana Bakur re didome
Gerîlayên HPG'ê komploya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Azadiya Rêberê me wê bibe azadiya civak û gelê me." -
Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê hatin qetilkirin: Bila dewlet ji me bitirse!
Malbatên mirovên li 'jêrzemîna wehşetê' hatin qetilkirin, çend saet beriya komkujiyê daxuyanî dan ANF'ê. Malbata hêrsa xwe li dijî hikûmetê û Tayyîp Erdogan nîşan dan û gotin, "Eger tiştek bi serê zarokên me bê, wê her kes zerarê bibîne." -
Faysal Sariyildiz rewşa dawî ya li Cizîrê ragihand: Rastiyek li vir heye; ew jî komkujî ye
Parlamanterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê rewşa dawî ya li navçeyê de agahî parve kir. Sariyildiz diyar kir, wesayîtên ji bo rakirina cenazeyan hatine şandin, lê belê agahiyeke zelal negihaştiye wan. -
3 kes li Dêrikê hatin girtin
Li Dêrikê, ji 6 kesên beriya 4 rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. -
Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ji aliyê koma ji Norwêcê ve dewr hat girtin
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma ji Norwêcê ve dewr hat girtin. -
Sariyildiz: Bi qasî 30 kes şewitîn, di bedena wan de şopa guleyan nîne
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê agahî da ANF'ê û got, "Li gorî agahiyên gihaştin me, li avahiyekê nêzî 30 kes bi awayekî şewitî hatin dîtin. Di bedena wan de şopa guleyan nîne." -
Bajarokê Dêr Cemal ê Ezazê ji çeteyan hat paqijkirin
Hêzên Ceyş El Siwar danê vê sibehê, bajarokê Dêr Cemal ê ji aliyê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ve hatibû dagirkirin, azad kirin. -
Armanc Kurdo li Kerkûkê ji aliyê bi sedan kesî ve hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Armanc Kurdo (Talîb Mehmûdî) yê li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê hat bîranîn. -
Gerîlayan Keleha Kerkûkê ziyaret kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, Keleha Kerkûkê ya dîrokî ziyaret kirin. -
'Yê di dilê gelê Şengalê de cih negire, nikare li vir bijî'
Di nava komên destpêkê yên gerîla berê xwe dan Şengalê de, kedkarên çapemeniya Kurd jî hebûn. Yek ji wan kedkaran xebatkara çapemeniya YJA Starê Sara Xwînda ye, ku ji roja destpêkê ve rewş şopand û qeyd kir. -
TJK-E: Gurûha bi mejiyê DAIŞ'ê wê bi berxwedan û têkoşînê re bê sekinandin
TJK-E: Yekane hêza dikare vê gurûha xwedî mejiyê DAIŞ'e, ku di wehşetê de sînoran nas nake, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Lewma divê bênavber çalakî bi rê û rêbazên cuda bidomin. -
Li Freîbûrgê li ber avahiya şaredariyê çalakî tê lidarxistin
Piştî ku hat bihîstin danê êvarê hêzên dewleta Tirk li navçeya Şirnex Cizîrê komkujî kirine, Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Freîbûrgê dijîn, dest bi çalakiyan kirin. -
Ji KCD-E banga lezgîn a çalakiyan
KCD-E li dijî komkujiya ji aliyê hêzên dewletê ve li Cizîrê hat kirin, banga çalakiyan li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir. -
Sariyildiz: Ev komkujiyeke mezin e
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku piştî du teqînên mezin ên li Cizîrê, îdîayeke bi vî rengî hatiye bilêvkirin. -
Polîsên Tirk êrîşî protestoya li Wanê kirin
Girseya ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Taxa Xaçort a Wanê hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşa polîsan de 4 kes birîndar bûn. -
Li Gaziyê polîsan êrîş birin ser çalakiya Cizîr û Sûrê
Girseya ji bo piştgiriya berxwedanên Cizîr û Sûrê bi banga Piştevaniya Sûltangazî kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên bi êrîşa polîsan derket didomin. -
Li Mersînê polîsan ciwanek ji lingê wî birîndar kirin
Ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li gelek taxên Mersînê çalakî hatin li darxistin. Polîsên êrîşî çalakiyê kirin ciwanek ji lingê wî birîndar kirin. -
Li Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Fatîh a Stenbolê 14 kesên ku ji bo terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto bikin çalakiya dengderxistinê li dar xistin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li Meletî jî 11 endamên EMEP'ê serbest hatin berdan.