'Di nava 6 mehan de 460 sivîl ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin'

Di pêvajoya şer de, ku dewleta Tirk bi meha Tîrmehê re dijwar kiriye, heta roja îro 84 jê zarok, 79 jê jin 460 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji aliyê Maseya Enformasyonê ya HDP'ê ve hatin dayîn, li Cizîr, Sûr û Silopiyayê di nava 6 mehan de 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), binpêkirina mafê jiyanê yê ji ber dorpêçî û konsepta şer a AKP'ê qewimîn da hev û bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniya Maseya Enformasyonê ya HDP'ê de hat ragihandin ku heta roja îro li dehan taxên 20 navçeyên 7 bajaran, 56 caran derketina derve bi giştî 364 rojan hat ragihandin û di bin navê qedexeya derketina derve de, ev dorpêçî hînê li Cizîr, Silopiya û Sûrê dewam dike. Di metna agahdarkirinê de hat gotin, di vê pêvajoya konsepta şer a AKP'ê de 84 jê zarok, 79 jê jin 460 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

LI CIZÎRÊ 112 KES HATIN QETILKIRIN

HDP'ê da zanîn, ku li navçeya Cizîrê ya 5 caran derketina derve lê hat qedexekirin û ji 14'ê Kanûna 2015'an û vir ve 56 roj in derketina derve lê qedexe ye, 78 kesan di vê demê de jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve li navçeyê 112 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li navçeya Silopiyayê, ku 2 caran derketina derve lê hat qedexekirin, di dema qedexeya dawî ya 14'ê Kanûnê hat ragihandin de 28 kesan, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve jî 42 kesan jiyana xwe ji dest dane.

LI SÛRÊ DI NAVA 67 ROJAN DE 26 KES HATIN QETILKIRIN

Li gorî daxuyaniyê, li navçeya Amed Sûrê ya 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin, ji 2'ê Kanûna 2015'an dema ragihandina qedexeya dawî û vir ve 69 roj dorpêçî û êrîş dewam dikin. Di nava vê dema qedexeya dawî de 21, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve jî 26 kesan jıyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Maseya Enformasyonê de hat ragihandin ku li Sûr, Cizîr û Silopiyayê, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve herî kêm 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

210 SIVÎL DI DEMA DORPÊÇIYAN DE HATIN QETILKIRIN

HPD'ê diyar kir ku di dorpêçiya heta roja îro de 210 kesan jiyana xwe ji dest dane û got, "Di komkujiya li Pirsûsê de 33, di komkujiya Zergelê de 8, di komkujiya Enqereyê de 100 bi giştî 141 kesan jiyana xwe ji dest dan. 100 kes di dema xwepêşandanên protestoyî de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin înfazkirin. Konsepta şer, 84 jê zarok, 79 jê jin bû sedema mirina 460 sivîlan."

Di daxuyaniyê de navên mirovên li bajarên hatine dorpêçkirin jiyana xwe ji dest dane, hatin parvekirin.

Navên 78 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin:

Hedîye Şen, Abdûlazîz Aslan, Îbrahîm Akhan, Lutfu Aksoy, Yilmaz Erz, Selahattîn Bozkûrt, Zeynep Yilmaz, Cahîde Çikal, Dogan Îşçî, Mehmet Tekîn, Mehmet Saçan, Amîne Dûman, Dîkran Sayaca, Azîme Aşan, Ferdî Kalkan, Abdûlmecît Yanik, Haci Ozdal, Mîray Înce, Ramazan Înce, Kûrmû Işik, Huseyîn Ertene, Huseyîn Selçûk, Zeynep Demîr, Besê Zirig, Azîz Yûral, Hedîye Eren, Cabbar Taşkin, Sezaî Bûrçîn, Kazim Tong, Alî Tetîk, Bîşeng Garan, Nîdar Sumer, Halîs Sumer, Osman Tekîn, Îbrahîm Nas, Cebraîl Mûngan, Tayfûn Yaşli, Mûrat Ekîncî, Mûrat Egul, Şukru Coşkûn, Nebî Katlav, Ahmet Zirig, Alî Bagdûr, Mehmet Torgût, Mehmet Şîrîn Elînç, Garîp Mûbarîz, Veysî Elçî, Abdûlmenaf Yilmaz, Emame Şahîn, Yakûp Isirgan, Yûsûf Akalin, Buşra Akalin, Abdûllah Înedî, Hayrettîn Şinik, Ahmet Tûnç, Serhat Altûn, Mehmet Ridvan Kaymaz, Mehmet Kaplan, Huseyîn Paksoy, Selman Erdogan, Abdûlhamît Poçal, Velî Mujde, Cîhan Karaman, Selamî Yilmaz, Ruzgar Yildizgorer, Selîm Tûray, Nûsret Bayer, Sûltan Irmak, Şervan Adiguzel, Ercan Pîşkîn, Mûhammet Ozkul, Nizar Isirgan, Cengîz Sancak, Ramazan Çomlek, Abdûllah Gun, Menekşe Ergun, Zerîn Ûca.

Navên mirovên li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan:

Huseyîn Guzel, Yûsûf Aybî, Reşît Eren, Axîn Kanat, Îbrahîm Bîlgîn, Şîyar Ozbek, Suleyman Çoban, Taybet Înan, Yûsûf Înan, Ayşe Bûrûntekîn, Mehmet Mete, Omer Sayan, Hasan Sanir, Salîh Erener, Seyfettîn Sîdar, Necatî Oden, Îsmaîl Yevşan, Omer Yalman, Omer Masûl, Yûsûf Yagci, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Îslam Atak, Aydin Mete, Hasan Yagmûr, Narînç Kizil, Şîrîn Altay. 

Navên mirovên li Sûrê jiyana xwe ji dest dan:

Alî Çekvar Çûbûk, Mîzgîn Koçyîgît, Mehmet Demîrel, Şerdîl Cengîz, Şîyar Salman, Tûrgay Gîrçek, Gunduz Akmeşe, Serhat Dogan, Salîh Baygin, Mesût Sevîktekîn, Îsa Oran, Şoreş Mûtlû, Sezgîn Demîrok, Cuneyt Yenî, Azîz Îlhan, Ramazan Ogut, Melek Alpaydin, Rozerîn Çûkûr, Hakan Aslan, Sîdar Ekîncî, Mûrat Menekşe.