Leşkerên Tirk welatiyekî Rojavayî kuştin û li sînor binax kirin
Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava welatiyekî 40 salî kuştin û ji bo cenazeya wî neyê dîtin jî li ser sînor binax kirin.

Li hemberî Rojavayê Kurdistanê ji aliyekî ve êrîşên provokatîf ên artêşa Tirk didome, li aliyekî jî leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava sivîlan qetil dike. Li gorî nûçeya ANHA'yê leşkerên Tirk duh di saetên sibehê de welatiyekî sivîl kuştine û cenazeyê wî jî ji bo neyê dîtin li herêma sînor veşartine.
Asayîşa bajarê Dirbêsiyê piştî bi vê bûyerê bi rê hisiya û çû cihê leşkeran cenaze lê veşartine. Buroya Lêpirsînê ya Asayişê da zanîn ku ev cenazeyê zilamekî 40 salî ye û bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.