'Yê di dilê gelê Şengalê de cih negire, nikare li vir bijî'
Di nava komên destpêkê yên gerîla berê xwe dan Şengalê de, kedkarên çapemeniya Kurd jî hebûn. Yek ji wan kedkaran xebatkara çapemeniya YJA Starê Sara Xwînda ye, ku ji roja destpêkê ve rewş şopand û qeyd kir.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
ŞENGAL
duşem, 8 reşemiyê 2016, 07:04
Di nava komên destpêkê yên gerîla berê xwe dan Şengalê de, kedkarên çapemeniya Kurd jî hebûn. Yek ji wan kedkaran xebatkara çapemeniya YJA Starê Sara Xwînda ye, ku ji roja destpêkê ve rewş şopand û qeyd kir. Xwînda, çavdêriyên xwe ji ANF'ê re vegot.
Hûn çawa hatin Şengalê, hûn li çi rast hatin?
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, gerîlayên HPG û YJA Starê berê xwe dan Şengalê, em jî li cem van gerîlayan bûn. Ji ber ku em piştî komkujiyê hatin, em li bûyereke mezin a civakî rast hatin. Mirovan ji bo rizgariya canê xwe berê xwe dabûn çiyê. Dema em hatin, gundên çiyayê Şengalê jî vala bûbûn. Gel piştî ku em dît, vegeriyan malên xwe yên li gundê çiyê.
'HÊZA BÛ SEDEMA RÛDANA KOMKUJIYÊ, NIHA HEWL DIDE LI ŞENGALÊ ALA XWE LI BA BIDE'
Drameke mezin a mirovahiyê rû dabû. Dayikan zarokên di hembêza xwe de li ser rê ji dest dabûn, mirovên extiyar ji ber bêhal bûbûn, di rê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bedenên biçûk ên zarokan ên li kêleka rê dirêjkirî û çermên lingê wan ê bi asfaltê ve zeliqî bûn, mîna bizmarekî li hiş û mejiyê min ketin. Di sedsala 21'an de li pêş çavên tevahiya cîhanê, gelek terkî mirinê hatibû kirin. Hêza ku bû sedema vê yekê PDK bû, ku soza ewlekariya can û malê gel dabû. Niha li Şengalê, piştî berxwedana 15 mehan a HPG-YBŞ'ê, PDK rabûye hewl dide ala xwe li derdorê daliqîne. Weke mirovekê, ez ji vî kar û hewldana PDK'ê fedî dikim. Ji ber ku ew ji exlaqa siyasî bêpar in, li ber xwe nakevin û hînê li Şengalê disekinin. Halbûkî PDK berpirsyarê vê komkujiyê ye û deyndar e ku ji vî gelî lêborînê bixwaze.
'HÊZEKE ME DIPARÊZE HEYE'
Di rojên destpêkê yên em hatin vê derê de, jin û mêrên extiyar hebûn ku nikarîbûn ji gefa çeteyên li nêz bireviyan. Gerîlayên HPG'ê ew li pişta xwe dikirin û dibirin Çilmêra.
Gundekî bi navê Kersê heye. Dema ji Sinûnê tê, li pêşiya çiyayê Şengalê ye. Gel gund vala kiribû û berê xwe dabû çiyê. Piştî ku gerîla ketin nava gund, gel jî li malên xwe vegeriya. Bi taybetî hebûna gerîlayên jin hêz û baweriyeke mezin dida gel. Gel ev tişt digot; Bi hezaran pêşmergeyan û PDK'ê nikarîbûn me biparêzin. Lê êdî hêzek heye ku dikare me biparêze.
Weke rojnamevaneke jin, dema te ev rewşa li Şengalê dît, te refleksek çawa nîşan da?
Di rewşeke bi vî rengî de nedibû ku pîşeyê rojnamevaniyê derkeve pêş. Zarokekî li ber mirinê, divê tu di destpêkê de rizgar bike, ku piştre bibe nûçe. Bêguman aliyê hestewarî bêhtir derket pêş.
Piştî ku hêzên gerîla gihaştin Şengalê, bûn parçeyek ji gel. Mînak; erzaq, xwarina gel tinebû. Gerîla ji bo xwarinê ji gel re bîne, ji gundên çete lê bi cih bûbûn bi dizî dest datanîn ser erzaqan û dianîn ji gelê li çiyayê Şengalê re.
Hevalên jin ji bo ji zarokan re gore çêbikin, goreyên xwe biçûk dikirin û didirûtin. Her wiha ji ber ku kinc tinebû, kingên xwe yên mezin diqetandin û ji bo zarokan didirûtin. Nêzîkatiyên bi vî rengî gelekî bandor li mirovan dikir. Gel hêzeke bi vî rengî û nêzîkatiyên PDK'ê dianî hemberî hev. Min ji van bûyeran re şahidî kir. Dema wext çêdibe, em hewl didin vî karê xwe yê nîvco mayî temam bikin.
Piştî xiyaneta 3'ê Tebaxê, te ji berxwedana 15 mehan a HPG û YBŞ'ê re şahidî kir. Di nava vê demê de gelek tişt hatin gotin. Tu ji me re dikarin qala wê pêvajoyê bike?
Piştî ku korîdor hat vekirin, gerîlayan xwe gihandin Şengalê û şoqa destpêkê hat komkujiyê hat beralîkirin, di nava gel de pirsgirêkên jiyanê der bûn. Pirsgirêkên erzaq, sotemenî hwd. derketin holê. Bi pêngava destpêkê ya li hemberî çeteyên li Şengalê re, beşek ji Şengal a kevin ji çeteyan hat paqijkirin. Bêguman li vê derê bi qasî salekê şerekî gelekî dijwar qewimî. Min pêvajoya 11 mehan şopand. Hêzên gerîla erzaq û cebilxaneyên xwe ji ser giran, bi taybetî ji aliyê Şîlobare li pişta xwe dikirin û dianîn. Di heman demê de ji bo bersivê bidin pêdiviyên gel, ji nava bajêr eşya, kelûmel li pişta xwe dikirin û dibirin çiyê.
Pêngava azadkirina Şengalê ya di 8'ê Cotmehê de destpê kir, gelekî hat nîqaşkirin. PDK'ê hewl da bike malê xwe. Tu bi xwe jî di nav de bû, em ji te guhdarî bikin..
Piştî ku gerîlayan korîdor vekirin û gelê Şengalê ji komkujiyê rizgar kirin, pêşmergeyên PDK'ê vegeriyan. Li pişt çeperên HPG û YBŞ'ê bi cih bûn û timî bûn sedem ku pêngav were taloqkirin. Li hemberî çeteyan berxwedanek nîşan neda.
Di 8'ê Cotmehê de 3-4 saet piştî ku HPG û YBŞ'ê dest bi pêngavê kirin, ketin nava Şengalê. Dema pêşmerge ketin nava Şengalê, ji xwe hêzên HPG û YBŞ'ê deverên herî stratejîk ên bajêr ji çeteyan paqij kiribûn. Pêşmerge ketin nava navenda Şengalê, lê cihê şer lê qewimî aliyê Şîlobarê bû, pêşmerge neketin vê derê. PDK bi tenê ket cihê ku karibe ranta siyasî jê bixwe.
Niha li navenda bajêr alên xwe jî daliqandine. PDK îtibar û qîmeta xwe ya di 3'ê Tebaxê de winda kir, bi van destketiyên siyasî re hewl dide ji nû ve werbigire. Lê belê gelê li vê derê ti carî PDK'ê ji bîr nake. Gel nikare qebûl bike. Dipirse; 'Te çima em di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hişt'.
Şengal azad bû, lê rewşa niha çi ye?
Ji bo Şengal bi temamî azad bibe, divê gundên li derdorê jî ji çeteyan werin paqijkirin. Niha zivistan e, gel li çiyê di binê konan de dijî. Li navenda bajêr pirsgirêka binesaziyê heye û divê hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqê van pirsgirêkan çareser bikin.
PDK jî mîna berê hewl dide li ser gel serwer be. Di çûn û hatina cihê mîna Duhokê de li kesên ne nêzî xwe îşkenceyê dike. Bi rêyên veşartî û çavtirsandinê re dixwaze gel bêdeng bike.
Ev pirsgirêk hemû didom in. Gelo gel tiştekî çawa dixwaze?
Me ev pirs ji çend kesan kir. Gel dibêje sedema rasteqîn a komkujiyê, nebûna xweparastin û xwerêveberiyê ye. PDK'ê gotibû ew ê biparêze, lê dema tehlûke nêz bû, gel di nava lepên çeteyan de hişt û reviya. Naxwazin careke din tiştekî wiha bê serê wan. Bi ti awayî naxwaze PDK li Şengalê be. Hin jê dibêje; eger PDK li Şengalê be ew ê venegere. Gel rêveberiya xwe, parastina xwe dixwaze.
Weke rojnamevaneke jin, mayîna li Şengalê hesteke çawa ye?
Mayîna li diyarê yek ji gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê, bêguman hesteke gelekî cuda ye. Di heman demê de şahidiya ji keliyên dîrokî re, şenseke mezin e. Mayîna li cem lehengan û cihên dîrokî, bêguman hesteke gelekî cuda ye.
Weke xebatkareke çapemeniyê ya YJA Starê rojeke we çawa derbas dibe?
Em bi plankirina xebatên xwe re dest bi rojê dikin. Li gorî rojevê, em di nava kampên gel de digerin. Dadikevin navenda Şengalê. Herêmên şervanên HPG û YBŞ lê ne dişopînin. Wekî din eniya şer heye, em diçin eniyê. Bi temamkirina xebatên xwe re em vî karê xwe dişînin ji cihên pêwîst re. Em bi giştî sê kes in. Rewşa li vê derê ez rojane dinivîsînim.
Li Şengalê çi heye ku nehatiye nivîsandin, ji bo neyê ji bîr kirin divê çi were kirin?
Beriya her tiştî divê gelê li Şengalê jiya ye, vê komkujiyê ji bîr neke. Dîroka devkî ya Kurdan heye. Ev yek di nava civaka Êzidî de bêhtir xurt e. Ya duyemîn divê rojnamevan, rewşenbîr û nivîskar vê kêliya dîrokî bikin belge. Divê vî gelî nas bikin, li şervanan guhdarî bikin û wan binivîsînin.