Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ji aliyê koma ji Norwêcê ve dewr hat girtin

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma ji Norwêcê ve dewr hat girtin.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma ji Norwêcê ve dewr hat girtin.

Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber Konseya Ewropayê destpê kir, tevî serma û seqemê, ev 1320 roj in bênavber dewam dike. Di hefteya 190. a çalakiyê de Kurdistaniyên bi navê Bêgirt Mûhammed Kurdistanî, Mahmût Can, Şîrîn Tokpinar û Viyan Akreyî yên ji Norwêcê hatin, nobed dewr girtin.

Endamên komê gotin, "Bi silavkirina berxwedana xwerêveberiyê re me ev çalakî bi serbilindî dewr girtine û em ê bi rûmetdarî dewr bikin." Çalakgeran bang li her kesên aştîxwaz kirin, ku xwedî li çalakiya nobedê û berxwedana xwerêveberiyê derkevin.

Heta niha, hunermend, nûnerên saziyên baweriyan, kedkarên çapemeniyê û biyaniyên dostên Kurd jî di nav de bi sedan kesî nobed girtine. Bi vê çalakiyê re hewl tê dayîn, der barê rewşa li Kurdistanê, komkujiyên li gelê Kurd tên kirin de agahî ji raya giştî ya navneteweyî re bê dayîn.

...