Li Mersînê polîsan ciwanek ji lingê wî birîndar kirin
Ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li gelek taxên Mersînê çalakî hatin li darxistin. Polîsên êrîşî çalakiyê kirin ciwanek ji lingê wî birîndar kirin.
Ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li gelek taxên Mersînê çalakî hatin li darxistin. Polîsên êrîşî çalakiyê kirin ciwanek ji lingê wî birîndar kirin.
Ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li gelek taxên Mersînê çalakî hatin li darxistin. Polîsên êrîşî çalakiyê kirin ciwanek ji lingê wî birîndar kirin. Berxwedana gel jî didome.
Bi sedan kes li taxên Demîrtaş, Kurtalî, Çay, Çîlek, Şevket Sumer û Guneş ên girêdayî navçeyên Akdenîz û Toroslar ên Mersînê kom bûn, hewl dan bi daxwaza şkandina dorpêç û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya dengderxistinê li dar bixin. Polîsên hatin qada çalakiyê bi bombeyên gazê, ava şid, bombeyên deng û cih bi cih guleyên rast êrîşî gel kirin.
Gel li hember êrîşên polîsan xwe parast, li kolanan barîqat danîn, berxwedan raber kir.
Li Taxa Guneş, li ser gulebaran polîsan ciwanekî navê wî nehat zanîn ji lingê xwe birîndar bû. Hat diyarkirin ku rewşa ciwanê birîndarbûyî baş e û ji aliyê welatiyan tê tedawîkirin.