Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li Cizîrê ye diyar kir, bi dehan mirovên li avahiyekê asê mabûn, ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî wehşî hatine qetilkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê agahî da ANF'ê û got, "Li avahiyekê, nêzî 30 kes bi awayekî şewitî hatin dîtin. Di bedena wan de şopa guleyan nîne."
Sariyildiz da xuyakirin, ku agahiyên berfireh ên li ser komkujiyê hînê negihaştine ber destê wan û li ser rewşa dawî ya li Cizîrê ev agahî da: "Li gorî agahiyên li cem me, di avahiya duyemîn de 62 kes hebûn. Bi dehan ji wan hatin qetilkirin. Ji xwe 9 kes hatibûn şewitandin. Zarokek ji wan jî li ber derî hatibû qetilkirin. Cenazeyên yên hatine qetilkirin li vê avahiyê ne. Niha li maleke li pişt Petrolê 30 kesên cenazeyên wan şewitîne hene. Di bedena wan de şopa guleyan nîne."
EV WEHŞET WÊ NEYÊ JI BÎR KIRIN
Sariyildiz diyar kir ku wehşeta herî mezin a salên dawî hatiye kirin û anî ziman ku ew ê vê wehşetê ti carî ji bîr nekin.
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ LI ODEYEKÊ HATIN GIRTIN
Li aliyê din, polîsên Tirk personelên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li odeyekê girtin û cenazeyên birîndarên înfaz kirin, anîn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku polîsan danê sibehê gelek kîsên cesed ji nexweşaneyê birine.