Li navçeya Fatîh a Stenbolê 14 kesên ku ji bo terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto bikin çalakiya dengderxistinê li dar xistin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de rêveberên HDP'ê û zarok jî hene. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Kadirgayê.
LI MELETÎ ENDAMÊN EMEP'Ê SERBEST HATIN BERDAN
Li Meletî jî 11 endamên EMEP'ê yên ku dema ji bo balê bikşînin ser êrîşên li bajarên Kurdistanê afîş daliqandin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Hat diyarkirin ku ji ber afîşên ku daliqandine ji bo her yekî 219 TL ceza hatiye birîn.