Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, Keleha Kerkûkê ya dîrokî ziyaret kirin.
CÎHAN OZGUR
KERKÛK / ANF
duşem, 8 reşemiyê 2016, 07:06
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, Keleha Kerkûkê ya dîrokî ziyaret kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêmên cuda yên Kerkûkê li refên pêş li dijî DAIŞ'ê şer dikin, li Kerkûkê bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Kerkûkiyên gerîla pêşwazî kirin, bi wan re wêne kişandin.
ELEQEYA GEL
Gerîlayên ji ber eleqeya gel kêfxweş bûn, li Keleha Kerkûkê ya dîrokî geriyan. Tevî endamên Tevgera Ciwanan a Başûrê Kurdistanê şêniyên herêmê jî bi gerîla re li kelehê geriyan. Piştî ku li ser dîroka Keleha Kerkûkê agahî wergirtin û li vê derê wêne kişandin, gerîla li çeperên berxwedanê vegeriyan.
Gerîlayên HPG û YJA Starê ku ev sal nîveke dei parastina Kerkûk û naçeyên wê û azadkirina herêman ji bin dagirkeriya DAIŞ'ê de roleke girîng dilîzin, li eniyên herî pêş ên herêmên bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ne, cih digirin û wezîfeya xwe bi cih tînin.