Sariyildiz: Ev komkujiyeke mezin e

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku piştî du teqînên mezin ên li Cizîrê, îdîayeke bi vî rengî hatiye bilêvkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku piştî du teqînên mezin ên li Cizîrê, îdîayeke bi vî rengî hatiye bilêvkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Stêrk TV re axivî û got, "Beriya 2 saetan du teqînên mezin pêk hatin. Piştre îdîayeke bi vî rengî hat kirin. Yên li avahiyê ji me re gotibûn, ji bilî 9 kesên bi şewatê re jiyana xwe ji dest dan û kesekî hat qetilkirin, 52 kes bûn. Xuya ye avahiya li wir e. Di destê me de agahiyeke zelal nîne. Lê belê dibe ku wehşetek bi vî rengî hatibe kirin. Me xwest, mirovên bi rojan e asê man e sewqî nexweşxaneyê werin kirin. Eger tiştekî bi vî rengî qewimî be ev yek komkujiyeke mezin e."

Sariyildiz da xuyakirin, ku şahidên bûyerê dane xuyakirin, ku di dema êrîşê de ji bilî teqînê dengê çekan nehatiye.

Piştî komkujiyê, em hin wêneyên ji hesabên polîsan hat weşandin, parve dikin.

...