Gerîla: Têkoşîna li dijî komployê bi berxwedana Bakur re didome
Gerîlayên HPG'ê komploya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Azadiya Rêberê me wê bibe azadiya civak û gelê me."
Gerîlayên HPG'ê komploya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Azadiya Rêberê me wê bibe azadiya civak û gelê me."
Gerîlayên HPG'ê, salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'e re nirxandin û gotin, "Azadiya Rêberê me wê bibe azadiya civak û gelê me."
CANŞÊR AMANOS: Komplo di şexsê Reberê me de li hemberî nirxên gelê me hatiye kirin. Li dijî xeta azadiyê hatiye kirin. Di serî de berxwedana Rêber Apo, bi berxwedana dîrokî re komplo hatiye pûçkirin. Îspata herî mezin a vê yekê Şoreşa Rojava ye. Tevlîbûna ciwanan li nava berxwedana Şengalê asta berxwedanê nîşan dide. Berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur, dewama vê xetê ye. Weke şervanên azadiyê, bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo re em têkoşîna xwe ya li dijî sîstema ji hêzên komploger pêk tê, di roja îro de jî didomînin.
ALÎ ZAGROS: Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî çanda berxwedanê ay Rojhilata Navîn hatiye kirin. Dema berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û asta têkoşînê ya gelê Kurd were nirxandin, wê bê dîtin ku komplo bi ti awayî bi ser neketiye. Weke şervanên azadiyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin. Azadiya Rêberê me wê azadiay tevahiya civakê û gelê me be. Ev têkoşîn kevneşopiya berxwedanê ya zîndana Amedê ye.
HELGÛRT ÇEWLIK: Eger îro li her deverê gel dibêje 'Rêbe Apo', ev yek nîşaneya herî mezin a pûçbûna komployê ye. Weke şervanên azadiyê me esareta Rêberê xwe ti carî qebûl nekirin û em ê ti carî qebûl nekin. Em ê sala 2016'an biikin sala pêkhatina pêvajoya şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
ZAMANÎ GARZAN: Li hemberî esareta fîzîkî ya Rêberê me, weke fedaiyên Rêberê xwe em nêrîn û baweriya wî didin jiyîn. Hewl didin felsefe û nêrînên wî bixin meriyetê. Her roj ji bo vê têdikoşin û hîn bêhtir hewl didin fêm bikin. Zîhniyeta dewletê jî li şûna xwe nasekine û li her qadê êrîşên xwe didomîne. Êrîşî tevgera azadiyê, êrîşî destketiyên gelê Kurd dike. Êrîşên li hemberî şoreşa li Rojava, terora dewletê ya li hemberî berxwedana li Bakur nîşaneya vê yekê ye. Weke fedaî û şervanên Rêber Apo, dixwazin me jî tine bikin. Em bi rastiya dijminekî ku li bendê ye ji operasyonên hewayî û bejahî encamê werbigire re rû bi rû ne. Lê belê van êrîşan ti carî encam bi xwe re neanîn û ji niha û pê ve jî wê bi ser nekevin.