Li Amedê biryar hat dayîn, ku ji bo bi dehan kesên li jêrzemînên li Cizîrê hatin qetilkirin, çalakî werin lidarxistin.
Li ser banga nûnerên DBP, HDP, KJA, KCD, DEM-GENÇ û rêxistinên civakî yên sivîl, biryar hat dayîn 3 rojan li bajêr çalakî bên lidarxistin. Di nava 3 rojan de wê jiyana li bajêr were sekinandin û komkujiyên li Cizîrê werin şermearkirin.
Di çarçoveya van çalakiyan de wê girseya gel îro saet di 14:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê li hev bicive û bimeşe. Saet di 19:00 de jî wê welatî li Parka Roboskî ya Peyasê, li Ofîs AZC Plaza ya Yenîşehîrê û li ber avahiya DBP'ê ya Baglarê li hev bicivin û li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin.
Li bajêr, wê sibe bi tevlîbûna deh hezaran mirovên ji hemû navçeyan, saet di 13:00 de li Parka Koşûyolû çalakî bê lidarxistin.
Li aliyê din, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî heman bang hat kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya HDP, DBP û KJA de bang li gelê Nisêbînê hat kirin, ku saet di 14:00 de li qada Newrozê li hev bicivin.