3 kes li Dêrikê hatin girtin

Li Dêrikê, ji 6 kesên beriya 4 rojan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.

4 kesên di 4'ê Sibatê de li navçeya Mêrdîn Dêrikê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina 4 rojan derketin pêşberî edliyeyê Dozgeriya Tirk, piştî wergirtina îfadeyan 6 kes ji bo girtinê sewqî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê kir.

Dadgehê, endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Îhsan Denk, Hamît Guleç û Erhan Aktay bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' girt, Serkan Karakoç, Lokman Baydû û Mahmût Dûrgût jî ji bo bi awayekî negirtî werin darizandin, serbest berda.

DI NAVA 2 MEHAN DE 32 KES HATIN GIRTIN

Di encama operasyonên qirkirina siyasî yên li Dêrikê de, ku piştî qedexekirina derketina derve ya dawî ya 8 rojan dewam kir hat destpêkirin, rêveberên HDP û DBP'ê, aktîvîstên KJA, rêveberên MEYA-DER'e, xebatkarên şaredariyê û endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nav de 32 kes hatin girtin.