BI DÎMEN

Armanc Kurdo li Kerkûkê ji aliyê bi sedan kesî ve hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Armanc Kurdo (Talîb Mehmûdî) yê li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê hat bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Armanc Kurdo (Talîb Mehmûdî) yê li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê hat bîranîn.

Merasîma bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ve li Salona Sîlwan Talabanî ya li Kerkûkê hat organîzekirin û tevî nûnerên Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad li Başûrê Kurdistanê (REJAK), Tevgera Ciwanan a Başûrê Kurdistanê, Tevgera Goran, Hizbî Zehmetkêşan û gerîlayên HPG û YJA Starê bi sedan Kerkûkî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatên şehîdan û gerîlayan, li dika bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan, alên PKK û HPG'ê hatibû xemilandin, ji bo Armanc Kurdo find vêxistin. Dûre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê Mûhammed Îsa axivî.

'TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ WÊ HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA ME BIDOME'

Piştre li ser navê hêzên HPG'ê yên Kerkûkê Hoşyar Zagros peyivî û got, "Weke hêzên gerîla, em ji bo parastina hemû nirxên Kurdistanê têdikoşin. Yek ji bi hezaran hevrêyên me yên ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine Şehîd Armanc e. Heta ku gerîla hebin, wê gelên Kurdistanê bêparastin nemînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna me ya li hemberî dijminê Kurdan wê bidome. Îro 1. salvegera şehadeta şehîd Armanc e. Bi vê wesîleyê em hevalê xwe şehîd Armanc careke din bi rêzdarî bibîr tînin û li pêşberî gelê xwe soz didin, ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê dewam bikin."

NÛNERÊN GELEK PARTÎ Û TEVGERAN PEYAM ŞANDIN

Axaftina Hoşyar Zagros bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû. Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî, Nûnera REJAK'ê Dilovan Ekrem, Nûnerê Tevgera Ciwanan BîtwîN hesîm jî axivîn. Her wiha mesajên Hizbî Zehmetkêşan û Tevgera Goran jî hatin xwendin. Helbestvanên Kurdistanî jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê li ser jiyan û têkoşîna Armanc Kurdo, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê belgeya şehîd Armanc Kurdo da gerîlayên HPG'ê."

...