Ji Cizîrê 4 cenaze anîn Şirnexê
Ji navçeya Cizîrê ku îdîayên komkujî lê hatiye kirin di rojevê de ye, 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Ji navçeya Cizîrê ku îdîayên komkujî lê hatiye kirin di rojevê de ye, 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li ser qetilkirina birîndarên li jêrzemînên Cizîrê asê man de, hînê agahiyeke zelal bi dest neketiye. Ji Cizîrê cenazeyên 4 mêran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Nasnameyên van cenazeyan nehatin tespîtkirin. Cenazeyên 13 kesên di demên cuda de li Cizîrê hatin qetilkirin jî, li Mora Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin.